Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê ji jinên girtî re qert şand

  • 16:33 3 Adar 2022
  • Rojane
STENBOL - Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê di çarçoveya 8'ê Adarê de ji jinên girtî re qert şand û bi dowiza "Hevdîtina Mezin a Jinê" bang li jinan hat kirin. 
 
Bi dirûşma "Li dijî xizanî, bêwlehiyê, tundiya mêr em di 8'ê Adarê de li kolanan e" li Stenbolê xebatên Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê didomin. Di çarçoveya 8'ê Adarê de li Altiyol a Kadikoyê ji bo jinên girtî yên siyasî qert hatin şandin. 
 
Banga ji bo Hevdîtina Jinê ya Mezin
 
Jinên li Altiyolê hatin gel hevdu di destpêkê de qert ji bo jinên girtî amade kirin. Jinan li ser qartonên bi reng jî dirûşm nivîsandin. Her wiha jinan ji bo beşdariya "Hevdîtina Mezin a Jinê" ya wê di 6'ê Adarê de saet di 13.30'an de li Beşiktaşa Kadikoyê pêk were bang kirin.