Muazzez Orhan: Em ê di her rewşê de têkoşînê bidin

  • 16:00 3 Adar 2022
  • Rojane
WAN - Di Hevdîtina Jinan ku di çarçoveya 8'ê Adarê de li Tuşbayê hatin kirin de Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan axivî û got, "Qeyûman jî tayînî şaredariyên me bikin, parlamenteriya me jî betal bikin em tucarî ji têkoşîna xwe gavê paşve navên."
 
Li Wanê di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Melisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de "Hevdîtina Jinan" hat kirin. Hevdîtin li Avahiya HDP'ê ya Tuşbayê hat kirin.  Hevseroka Bajarê Wanê ya HDP'ê Handan Karakoyun, Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan û gelek jin tevli hevdîtinê bûn.Jinên ku beriya hevdîtinê govend girtin dirûşlmên "Jin jiyan azadî" berz kirin. Piştî govendê Hevseroka HDP'ê ya bajêr Handan Karakoyun axivî û got ku sedsala 21'ê wê bi têkoşîna jinan bê tacîdarkirin. Handan diyar kir ku ew ê bi hemû coşa xwe li qadan bin û bang li jinan kir tevli Mîtînga 8'ê Adarê bibin. 
 
'Li dijî zîhniyeta mêr têkoşîna me berdewam e'
 
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan jî bi taybetî jinên ku di encama têkoşîna azadiya jinên kurd de jiyana xwe ji dest dan silav kirin û wiha dest bi axaftina xwe kir, "Têkoşîna jinan herdem bûye hedefa zîhniyeta dewleta mêr. Îqtîdarê bi taybetî jinên têkoşer hedef girtin.  Li gel hemû tundiyê û zextan em têkoşîna xwe ya azadiya jinê diomînin."
 
'Em ê ala berxwedanê dewer bigirin û têkoşîna xwe bidomînin'
 
Muazzezê diyar kir ku îqtîdara AKP -MHP'ê jin hepsî malan kirine û berdewam kir, " Ji ber vê ye ku qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Bi salan e parlamenteriya parlamneterên me tê betalkirin û cihê jinê ê di nav siyasetê de hedef tê girtin. Em qeyûman jî tayînî şardariyên me bikin, parlamenteriya hevalên me jî betal bikin me ala wan a têkoşînê dewer girtiye û em ê vê têkoşînê bidomînin."
 
Muazzez herî dawî jin vexwendin Mîtînga 8'ê Adarê ya ku wê li Parka Atşiyê bê lidarxistin.