Li Şengalê xebatên 8'ê Adarê didomin
- 15:48 3 Adar 2022
- Rojane
ŞENGAL - Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de Meclîsa Jinan a Komalgeha Guhbel a Sinûna Şengalê serdana malbatên pakrewanan kir û şitlên gulan diyarî malbatan kirin.
Çalakiyên 8'ê Adarê li Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve tê birêvebirin. Îro di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de Meclîsa Jinan a Komalgeha Guhbel a Girêdayî navçeya Sinuna Şengalê serdana malbatên pakrewanan kirin û her wiha şitlên gulan diyarî malbatan kirin.
Di serdanê de rêvebera Meclîsa Jinan a Komalgeha Guhbel a Pakîz Celal axivî û bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û got: "Bi minasebeta 8’ê Adarê em dayikên Komalgeha Guhbelê, serdana malbatên şehîdên xwe dikin. Her wiha em 8'ê Adarê li rêberê xwe, li şervanên azadiyê yên ku ji bo azadiya jin û civakê têkoşîn pîroz dikin. Her wiha em bang li hemû jinan dikin ku di 8'ê Adarê de li qadan bin."