Ji 'Nobeta Edaletê' bangewaziya 8'ê Adarê

  • 14:58 3 Adar 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Îzmîrê 15 roj in didome, di çalakiya îro de wiha hat gotin: “Girtîgeh neynika dewletê ye. Heke li cihekî îşkence û zilm hebe li vir dayik nikarin bi rehetî bijîn." 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Baroya Îzmîrê 15 roj in didome. Malbat bi çalakiya xwe daxwaza serbestberdana girtiyan dikin û bal dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan. Dayika Denîz Poyraz a ku li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê hat qetilkirin Fehîme Poyraz û ji Dayikên Aştiyê Rahîme Turan beşdarî nobeta îro bûn. 
 
Fehîme Poyraz, diyar kir ku dê di 8'ê Adarê de jin daxwaza xwe ya edaletê carek din li qadan bînin ziman û got: "Divê edalet pêk bê û jin destê hev bigirin û qadan tijê bikin. Ez bang li dayikan dikim ku bila rabin ser piyan." 
 
Rahîme Turan jî bal kişand ser rewşa girtiyan û wiha axivî: "Girtiyek min nîne, lê hemû girtî girtiyên min e jî. Dilê dayikên girtiyan dişewite û divê em piştevaniya wan dayikan bikin. Her wiha girtîgeh neynika dewletê ye. Hek li cehekî îşkence û zilm hebe li vir dayik nikarin bi rehetî bijîn. Heke li girtîgehan îşkence û zilm hebe li vê dewletê edalet nîne. Divê hemû dayik bibin yek li dijî vê zilmê."