Xelata 'Aştî, dostanî û demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin

  • 14:34 3 Adar 2022
  • Rojane
AMED - Odeya Tabîban a Amedê xelata îsal a “Aştî, dostanî û demokrasiyê” diyarî Emîne Şenyaşar kir. 
 
Odeya Tabîban a Amedê her sal di çarçoveya şahiyên Hefteya Cejna Tibê ya 14’ê adarê de xelatan dide. Odeya Tabîban vê xelata bi navê “Aştî, dostanî û emokrasî” ji sala 1990’an ve dide xwediyên wan. Odeyê xelata îsal jî bi civînek çapemeniyê ya li avahiya xwe ragihand. Xelata îsal diyarî Emîne Şenyaşar a 360 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire hat kirin. 
  
Seroka Odeya Tabîban a Amedê Dr. Elîf Tûran destnîşan kir ku ew di heyamek ku polîtîkayên ne aştiyane de derbas dibin û mafê mirovan û azadiya wan tê binpêkirin û sepanên antîdemokratîk di dewrê de ne. Elîf anî ziman ku herî zêde jî Emîne Şenyaşar para xwe ji van sepanên antîdemokratîk girtiye û ew xelata xwe ya îsal diyarî wê dikin. 
 
Êlif da zanîn ku ew ê di çarçoveya şahiyên Cejna Tibê de merasîmek li dar bixin û xelata Emîne Şenyaşar bidinê.