Şaredariya Silopiyê bi jinan re hat li cem hevdû

  • 13:01 3 Adar 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyê, bi minasebeta 8’ê Adarê bernameya taştê li dar xistin. Jinan di taştê de bal kişandin ser çalakiyên 8'ê Adarê. 
 
Şaredariya Silopiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 8’ê Adarê bernameya taştê li dar xist û bi jinan re hat cem hevdû. Bernameya ku li Parka 15’ê Tirmehê ya li taxa Ofîsê hat lidarxistin de, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan û gelek jin tevlî bûn.
 
Di bernameyê de Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan axaftinek kurt kir û bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê û got ji bo ku vê rojê bi dest bixin bi sedan jinan bedelên gelek giran dane. Adalet, anî ziman ku pîrozbahiya 8’ê Adarê bi mitîngeke mezin li navçeya Silopiyê bê lidarxistin û ji bo wan xwedî girîngiyeke taybet e. Adalet, diyar kir ku heta 8’ê Adarê divê hemû kes berpirsyariyek bigire li ser milên xwe û bi coş û kelecanek mezin pîroz bikin.
 
Piştre aktîvîsta TJA’tê Alya Tok axivî û bi lêv kir ku ji ber bi jinan re hatine ligel hevdû gelek kêfxweşe û wiha domand: “Meha adarê ji bom e kurdan xwedî taybetmendiyek girîng e. Em dikevin saleke nû. Ji xwezayê bgire hemû tişt nû dibe. Em ê bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiya jinê ye” li qadan bin. Heta ku jin azad nebe dê civak jî azad nebe. Ji bo ku civak azad be, divê ji azad bibe.”
 
Piştî axaftinan jinan stranan got û tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin. Bername, piştî belavkirina diyariyên Şaredariya Silopiyê bi dawî bû.