Ji jinên li girtîgehê re kart hatin şandin

  • 16:33 2 Adar 2022
  • Rojane
COLEMÊRG - TJA, HDP û Platforma Jinan a KESK'ê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji girtiyên jin ên li girtîgehan re kart şandin.
 
Tevgera Jinen Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê, Platforma Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin şandin.
 
Şaxa KESK'ê ya Colemêrgê ji bo jinan qertên piştevaniyê  amade kir. Jinan qertên ku amade kiribûn ji navçeyê bi rêya postexaneyê şandin.