Çiyayê Şengalê bi afîşên 8'ê Adarê hat xemilandin

  • 16:08 2 Adar 2022
  • Rojane
 
ŞENGAL - TAJÊ, bi çalakiyên cuda 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Di çarçoveya bernameyan de îro afîş hatin daliqandin. 
 
Tevgera Azadiya Jinen Êzidî (TAJÊ) bi boneya 8'ê Adarê bi dirûşma "Her der bibe rengê jinê" li saziyên jinan ên li gundên Şengalê afîş daliqandin. Jinan li baxçeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li geliyê Kerse heta Çiyayê Serdeşta Şengalê afîş daliqandin. 
 
Afîş bi taybetî ji hêla jinên ciwan ve hatin daliqandin. Hela Xidir a ciwan, tevlî afîş daliqandinê bû wiha axivî: "Em wek jinen ciwan îro bi boneya 8'ê Adarê afişan daliqînin. Beriya fermanê jinên êzidî ji 8'ê Adarê ne agahdar bûn. Lê piştî fermanê bi saya fikrê Reber Apo, em 7 sal in 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Em ji bo 8'ê Adarê di nav kar û xebatan de cih digirin."
 
Hena Nayîf a ciwan jî bang li jinên ciwan kir ku tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bibin.