Dayikên Aştiyê û ANYAKADER çûn serdana goristanê

  • 14:59 2 Adar 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Endamên ANYAKAYDER û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê de çûn serdana goristanê. 
 
Endamên Komeleya Piştevaniya Xizmên Windayan a Anatolyayê (ANYAKAYDER) û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, bi minasebeta 8'ê Adarê, serdana Goristana Kanaryayê ya Kuçukçekmece ya Stenbolê kir. Rêxistina Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) a Stenbol û navçeyan tevlî serdanê bûn. 
 
Girse pêşî çûn serdana gora Bînalî Korkmaz ê ku di teqîna Gara Enqerê ya 10'ê cotmehê de jiyana xwe ji dest dayî kom bûn. Piştre çûn gora Gûlîstan Ozdemîr ê ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayî ziyaret kirin. 
 
Li ser gora Gulistanê dayika wê Emîne Ozdemîr axivî û got: "Ez di serî de 8'ê Adarê li tevahiya jinan pîroz dikim. Gulistan ne tenê keça min e, keça Kurdistanê ye û niha bi milyonan Gulistan heye."
 
Piştre endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Ayşe Saruhan axivî û diyar kir ku tu carî pakrevanan ji bîr nakin. Ayşe wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê her tim gerîlayên xwe, serokatiya xwe û gelê xwe biparêzin. Em êdî naxwazin zarokên me şehîd bikevin. Em aştiyê dixwazin."
 
Hîkmet Oner a ku endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ye û daxwaza pêk anîna aştiyê kir û wiha bi lêv kir: "Şerê ku li Ukranyayê pêk tê dilê me dişewîtîne. Em şer naxwazin. Em dayik in em naxwazin xwîn birêje. Her wiha ez bang li Gelê Kurd dikim ku bila xwedî li şehîdên xwe derkevin. Divê hemû dayik bi hev re daxwaza aştiyê bikin." 
 
Hevseroka ANYAKAYDER'ê Evîn Genç jî di serdana goristanê de axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez di serî de hemû hevalên xwe bi bîrtînim. Em ê li ser rêya wan bimeşin. Em ê xwedî li mîrateyên wan derkevin." 
 
Girse bi dirûşmên “Şehit namirin”, “Jin jiyan azadî” û “Şehîden me rûmeta me ye” dawî li serdana xwe anîn.