Li Mêrdînê betalkirina parlamenteriya Semra Guzel hat şermezarkirin

  • 14:12 2 Adar 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Semra Guzel dan û destnîşan kirin ku ew biryareke siyasî ye. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê bi daxuyaniyekê bertek nîşanê betalkirina parlementiya Semra Guzel dan. Berdevka Koma HDP’ê Ebrû Gunay beşdarî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Semra Guzel parlementera gel û îradeya jinê ye" hat vekirin. 
 
Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu daxuyanî da û got: "Polîtîkayên  AKP û MHP’ê li ser tunekirina Gelê Kurd û li ser tunekirina îradeya jinan tê meşandin. Wekî duh li navenda Meclîsê biryarek siyasî hat dayîn û darbeyek li îradeya jinê xistin. Betalkirina parlementeriya Semra Guzel em wek darbe lêxistinê pênase dikin. Darbeyê siyaseta demokratîk xistin."
 
Daxuyanî bi dirûşma “Semra Guzel îradeya me ye” bi dawî bû.