Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê daxuyaniya 8'ê Adarê

  • 13:57 2 Adar 2022
  • Rojane
AMED - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê têkildarê 8’ê Adarê li avahiya xwe daxuyanî dan û piştre jî girtiyên jin re kart şandin. 
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, bi minasebeta 8’ê Adarê li avahiya xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê û piştre jî girtiyên jin re kart şandin. Daxuyanî ji hêla Raîfe Ozbey ve hat dayîn. 
 
Raîfe Ozbey di destpêka axaftina xwe de got em weke Meclîsa Dayikên Aştiyê bang li hemû jinan dikin ku xwedî li 8’ê Adarê derkevin û got: "Ji bo wekhevî, aştî, yekitî pêwîste her jin tevlî mîtînga jinan bibe. Li dijî qetilkirina jinan divê êdî jin serî rakin. Werin em bi hev re rabin û bi hev re bêjin ‘Jin jiyan azadî’. Em ê bi hev re aştiyê bînin.”
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê piştî daxuyaniyê ji bo kart şandinê berê xwe dan postexaneya Ofisê ya Yenîşehîr a Amedê.