Ji bo 8’ê Adarê Asaîşa jinê a Herêma Firatê gul diyarî kirin
- 13:34 2 Adar 2022
- Rojane
KOBANÊ- Biboneya 8’ê Adarê, Hêza Ewilekariya Hûndirîn “Asaîşa jin” a Herêma Firatê bi dirûşma “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” gul li jinan beşav kirin.
Asaîşa Jin a Herêma Firatê bi pêşwazîkirina 8’ê Adarê, li Endamên jin ên li ser bendekontrolan dixebitin gul belav kirin. Gul ji aliyê Rêveberiya Jinê ve li jinan hatin belavkirin. Diyarîkrina gulan ji bendekontrola li ser riya Helebê destpêkir, ber bi bendekontrola Navçeya Şêran, Cereblûsê ve hat berdewamkirin.