'Di 8'ê Adarê de em ê bi deng û peyamên xwe li qadan bin'

  • 09:04 2 Adar 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
SEMSÛR - Hevseroka HDP’ê ya Semsûrê Zelîha Karinca, destnîşan kir ku ew ê îsal di 8’ê Adarê de giraniya xebatên xwe bidin tax û gundan û wiha got: “Em ê bername û çalakiyên xwe bi taybet diyarî siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk, Denîz Poyraz û Garîbe Gezer bikin. Em ê di 8'ê Adarê de bi deng û peyamên xwe li qadan bin.”
 
Jinan îsal bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” starta xebatên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Kerboranê ya Mêrdînê dan. Li herêmê û bajarên Tirkiyê jinan amadekariyên xwe yên 8’ê Adarê berdewam dikin. Jin wê îsal bi deng û xemla xwe dakevin qadan û peyamên xwe bidin. Derbarê xebatên jinan ên li Semsûrê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan ya Semsûrê Zelîha Karinca axivî. 
 
‘Em ê giraniya xebatên xwe bidin tax û gundan’
 
Zelîha daxuyand ku wê îsal ji bo 8’ê Adarê girîngiyê bidin xebatên gund û taxan. Zelîha, got: “ Bi nêzbûna 8’ê Adarê coş û kelecana jinan jî zêdetir dibe. 8’ê Adarê ji roja têkoşînê wêdetir roja bidestxistina deskeftiyan e. Em dibînin tundiya li jinê û qirkirina jinê derketiye lutkeyê. Ji ber van sedeman em dibêjin êdî 'Dem dema azadiya jinê ye'. Em ê îsal giraniya xebatên xwe bidin  bernameyên tax û gundan û bi jinan re werin gel hev. Nêzî mehekê ye em hewl didin bernameya xebatên xwe çêbikin. Em ê heta 8’’ê Adarê bênavber li navçe û gundan bin."
 
‘Em ê bibin dengê Aysel Tûgluk, Denîz Poyraz û Garîbe Gezer’
 
Zelîha, bilêv kir ku ew ê di xebatên xwe de têkoşîn û keda  jinan derxînin pêş û got: “8’ê Adarê roja kedê ye. Li seranserê cîhanê jinekê ku ji bo jiyanê ked nedaye nîne. Bi taybetî jî ji bo mafên xwe û deskeftiyên xwe têkoşîn û berdelên mezin dane. Em ê bername û çalakiyên xwe bi taybet diyarî siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk, Denîz Poyraz û Garîbe Gezer bikin. Em ê bi nîqaş û bernameyên rengîn em ê xwedî nirxên xwe derkevin. Di xebatên xwe yên li gund û taxan de me dît ku jin herî zêde ji xizaniyê bi gazincin.  Ji bo ku bar û berpirsyariya jinan zêde ye jin nikarin ji bo xwe demê veqetînin. Her wiha jin beranberê keda xwe nagirin. Tevî van yekan ji ber xizanî û kedxwariyê jin ji pêşeroja xwe jî bi fikar in.”
 
‘Wê jin dengê xwe bigibînin her deverê’
 
Zelîha, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wekî tê zanîn Semsûr, bajarekî tûtinê ye û qedexeyên têkildarî tûtinê her tim di rojevê de ne. Dema em li hev kom dibin timî mijar li ser titûnê ye. Ji ber ku Semsûr di heman demê de bajarekî paletî û karkeran e. Şêniyên bajêr ger ku çandina tûtinê li wan bê qedxekirin dê di şert û mercên gelekî erzan û zehmet de mecbûr bimînin ku derkevin derveyî bajarê xwe bixebitin. Tevî van yekan, hawirdora bi pevçûn û tengezar jî bandora neyinî li jiyana wan dike. Bêguman jin dixwazin daxwazên wan ên di cih de bên pêkanîn û li gorî van mijaran polîtîka werin pêşxistin.”