ROJEVA 2'YÊ ADARA 2022'YAN

  • 09:00 2 Adar 2022
  • Rojev
 
* "Rûmeta herî mezin ew e ku  mirov ji bo azadiyê têbikoşe û li ber xwe bide. Êdî dem ew deme ku em şoreşa jinan cîhanî bikin. Ji bo vê yekê dibêjim em ê azadî û xweşikbûnê bi têkoşîn û berxwedana xwe bi afirînin. Ev yek teqez û gengaze." JI PÊNÛSA JINAN
 
*Endama Navenda Lêkolînên Jineolojîyê ya Herêma Firatê Vîndar Bêrî ya bal kişand ser girîngiya qada Jineolojiyê ya li Rojavayê Kurdistanê wiha got:"Em bi rêya lêkolîn, perwerde, semîner, pêşkêşkirina sinevîzyona girêdayî Tovên Jineolojiyê zanista jinê li ser asta herêmî û cîhanî didine pênasekirin. Em dixwazin Jineolojî bi her rê û rêbazê di nava civakê de û cîhanê de bidin naskirin. Bi rihê têkoşîna 8'ê Adarê em ê xebatên Jineolojiyê bidomînin." DÎMEN HEYE
 
*Parêzera OHD'ê Rengîn Ergul têkildarê tecrîdê nirxandinên xwe parve kir û got: "Li Îmraliyê bi taybetî li gorî kes pergalek a înfazê tê meşandin. Birêz Abdullah Ocalan ji hemû mafên xwe tê mehrûmkirin û vê jî weke ku rewa ye nîşan dide. Pêwîst e hiqûqnas, siyasetmedar û komeleyên navneteweyî di vê mijarê de bikevin nava tevgerê."  DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP’ê ya Semsûrê Zelîha Karinca, destnîşan kir ku ew ê îsal di 8’ê Adarê de giraniya xebatên xwe bidin tax û gundan û wiha got: “Em ê bername û çalakiyên xwe bi taybet diyarî siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk, Denîz Poyraz û Garîbe Gezer bikin. Em ê di 8'ê Adarê de bi deng û peyamên xwe li qadan bin.”
 
*Maryam Rajatî Hangî ya li Îranê cezayê darvekirinê lê hat birîn, neçar ma bê Tirkiyeyê û damezrîneriya Komeleya Piştevaniya Jinan a Penaberên Navnetewî kir. Maryam li dijî binpêkirinên li hember jinên penaber têdikoşe. BI DÎMEN 
 
* Rojnameger Sîbel Yukler balkişand ser rola çapemeniyê ya li ser şîdet, tecawiz û kuştinên jin û zarokan û da zanîn ku bi nûçe û rêzefîlman şîdet tê rewakirin û bêguman rola çapemeniyê di tacîz û qetilkirinên jinan de mezin e. Sîbelê da zanîn ku çapemenî peyamê dihewîne û alava propagandayê ye. BI DÎMEN 
 
*Platforma Jinan a 8’ê Adarê amadekariyên "Hevdîtina  Jinan a Mezin" a 8’ê Adarê piranî temam kiriye. Endama Platformê Ezgî Gurer got: “Em bi hêza xwe ya ku wê guherînê bike bawer dikin û di vê mijarê de têkoşîna me bilind dibe. Em hemû jinan vexwendiyê bernameyên xwe dikin." BI DÎMEN 
 
*Rêvebera HDP’a Amedê Remziye Daşlik der barê êrîşên li hember HDP’ê û doza girtina wê de nirxandin kir û got: “Çawa ku nikarin pêşî li hatina biharê bigirin wê nikaribin pêşî li peşeroja gelekî jî bigirin. Em ê hîn bêtir li qadan bin û xwedî li parlamenterên xwe derkevin.”