Platforma Jinan a Rihayê çû serdana Emîne Şenyaşar

  • 16:45 1 Adar 2022
  • Rojane
RIHA - Heyetek ji Platforma Jinan a Bajarê Rihayê, çû serdana Emîne Şenyaşar a ku nêzî salekê ye li ber Edliya Rihayê di "Nobeda Edaletê" de ye.
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Mijdara 2018’an de xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz  hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Lê dijî vê Emîne Şenyaşar û lawê xwe Fertî Şenyaşar ji bo ku edalet bê bichanîn li  ber Edliyeya Rihayê 358 roj in "Nobeda Edaletê" digirin. Platforma Jinan a Bajarê Rihayê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Emîne Şenyasar ziyaret kirin. Malbatê heyet bi dirûşma "Em edaletê dixwazin" heyet pêşwazî kir
 
'Heta ku edalet bê bichanîn em li gel dayikê ne'
 
Di serdanê de li ser navê platformê Seroka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê Nahîde Polat Axivî û got ku ew bi minasebeta 8'ê Adarê hatine serdana Emîne Şenyaşar. Nahîde bal kişand ser nobeda malbatê ku wê di hefteya pêşiya me de salekê li du xwe bihêle û got, "Em Platforma Jinan a Bajarê Rihayê dibêjin ku em li dijî vê zilmê ne û herdem li gel dayikê ne. Me bi armanca piştevaniyê serdana çalakiyê kir."
 
Emîne Şenyaşar spasiya jinên ku hatin serdana wê kir û bê edaletiya ku li hemberî wê hat kirin vegot. Heyetê piştî ku demekê li gel malbatê nobed girt ji qadê veqetiya.