Li du bajaran starta 8'ê Adarê: Çareserî azadiya Abdullah Ocalan

  • 15:45 1 Adar 2022
  • Rojane
WAN / COLEMÊRG - Endamên Meclisa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê ku li ber erbabanê bi cil û bergên kurdî starta çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê dan, diyar kirin ku çareseriya krîza li Tirkiyeyê bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê starta xebatên xwe yên 8'ê Adar li Wan û Colemêrgê dan. Li Wanê jinên ku li gel erbaneyê bi cil û bergên xwe yên kurdî heta ber Navenda Kar a Karîzmayê meşiyan govend gerandin û dirûşmên, "Em xwe diparêzin", "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û bi stranan berdewam kir. 
 
Jinên ku piştî govendê daxuyanî dan, pankarata bi dirûşmên, "Em ê bi hev re biguherin, niha dem dema jinê ye, bijî 8'ê Adarê" vekirin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya STAR a Jinan û gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Daxuyanî jî aliyê Endama Lijneya Rêveberiyê  a Rvêberiyên Herêmî ya HDP'ê  Hatîce Kîye  ve hat xwendin.
 
'Em bi kesên li dijî polîtîkayên şerê taybet re hevdîtinê dikin'
 
Hatîce di daxuyaniyê de wiha got: "Fuhûş, êrîş, çanda hişbirê û polîtîkayên şerê taybet qirkirina civakê dikin hedefa xwe. " Hatîceyê diyar kir ku di nava hevkarên salona masajê ya ku li Wanê di demeke nêz de bûyera tecawizê lê hat kirin de, polîs jî hene û got, “Ev ne tesaduf e. Tevlîbûna rayedarên dewletê di tacîzkirina jinan a li Colemêrgê, destavêtinê, firotina tiryakê ya li ber dibistanan li Amedê û polîtîkayên belavbûnê yên li gelek herêmên din nîşaneya polîtîkayên şerê taybet in. Bi darê zorê û destdirêjiyê pêkanînên kesên wekî yên kiryar Musa Orhan tên rewakirin. Di 8’ê Adarê de em careke din diyar dikin ku têkoşîna civaka exlaqî û polîtîk a jinê ya li dijî polîtîkayên şerê taybet wê bi pêş bikeve.”
 
'Çareserî misogerkirina azadiya Birêz Ocalan e'
 
Hatîce di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda Îmraliyê û wiha dewam kir: Felsefeya lîberal a femînîst a birêz Ocalan a li dijî desthilatdariya ku dixwaze pirsgirêka kurd bi qirkirin, înkar, asîmîlekirin û qedexeyan çareser bike, îfadeya wê ya jiyanê ye. Şoreşa jinê ya li Rojava ji hemû cîhanê re mînakek e. Rêya pêkanîna vê felsefeyê bi xwe jî misogerkirina azadiyê ye. Çareseriya krîza ku bi polîtîkayên xwe yên yek alî, zayendperest û serwer dixwazin hebûna xwe bidomînin, misogerkirina azadiya Birêz Ocalan e.”
 
Ji jinên girtî re kart hatin şandin
 
Piştî daxuyaniyê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de jinan ji PTT'ê ji jinên girtî re kart şandin. 
 
Colemêrg
 
Meclisa Jinan a HDP'ê û axtîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Colemêrgê starta xebatên xwe yên ku wê di çarçoveya 8'ê Adarê de li dar bixin dan.  Rêxistinên DHP'ê yên Bajêr û navçeyên bajêr, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn .Li ser navê jinan daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Jinê a Colemrêgê Humeyra Armut ve hat xwendin.