Li Rihayê starta 8'ê Adarê hate dayîn
- 15:39 1 Adar 2022
- Rojane
RIHA - Meclîsa Jinan a HDPê ya Rihayê starta xwe ya 8'ê Adarê da û bernameya xwe aşkere kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Rihayê starta xebatên xwe yên 8'ê Adarê li ber deriyê avahiya HDPê ya Rihayê dan. Jinan pankartên “Dem dema azadiya jinê ye” û “ Em ê bi hev re biguherînin” vekirin. Her wiha jinan wêneyên Denîz Poyraz û Garîbe Gezer rakirin.
Têkoşîna jinan a li dijî polîtîkayên şerê taybet wê bê navber bidome.
Metna daxuyaniyê Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî xwend. Çîgdem destnîşan kir ku jinan li hemberê polîtîkayên şerê taybet û li dijî polîtîkayên dijminane wê li ber xwe bidin û got: “Li hemberî jinên kurd polîtîkaya dijminane hene. Dayikên me ji bo cenazeyên zarokên wan ji girtîgehê dernekevin bi rojan nobetê digirin. Dayika Emîne Şenyaşar bi sedan roj in nobedê digire û edaletê dixwaze. Em jin jî bi salan e li dijî polîtîkayên îmha û înkarê têdikoşin. Polîtîkayên li ser fuhuş û tiryakê bi awayekî sîstematîk tên meşandin da ku vîna gelê kurd bişkînin, tune bikin û ji çand, huner û dîroka wî qut bikin. Bi tacîz û tecawizê re kiryarên yekrengî, mîna Musa Orhan rewa tê kirin û polîtîkayên şerê taybet kûrtir û vekirîtir têne ferzkirin. Em dubare dikin ku têkoşîna jinan a li dijî polîtîkayên şerê taybet wê bê navber bidome.”
Çîgdem, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hemû rêhevalên xwe yên jin ên ku di têkoşîna azadiya jinê de bi baweriyên mezin jiyana xwe ji dest dane û îro jî rêya me ronî dikin, careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin; Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîn û hevgirtina jinên azad bi mîrateya ku ji me re hiştine wê mezin bibe û azadiya civakî jî bi hevgirtina jinan pêk were.”
Bernameya 8'ê Adarê ya Rihayê wiha ye:
* Di 2'yê Adarê de wê li Kisasê bi jinên Elewî re werin gel hevdu.
* Di 3'ê Adarê de wê li ber navçeya HDP'ê ya Xelfetî de şahî were lidarxistin.(13.00)
* Di 4'ê Adarê de wê ji jinên girtî re qert were şandin (13.00)
*Di 5'ê Adarê de wê li dêra Germûlê ger bê kirin. (13.00)
*Di 7'ê Adarê de wê li Pirsûsê meşa bi erbane were lidarxistin. (13.00)
*Di 8'ê Adarê de wê li eywana dawetê ya Çamlikê şahiya jinan were lidarxistin. (13.00)
Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.