Li Şirnexê bi coşek mezin starta 8’ê Adarê hat dayîn

  • 15:23 1 Adar 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinê ya HDP’ê, bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” starta xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê bi coş û kelecanek mezin da.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” li Salona Dawetê ya Mîr ku li Şirnexê ye, bi şahiyê starta xwe ya 8’ê Adarê ya Roja Jinên Cihanê da. Di ewyanê de pankartên “Dem dema azadiya jinan e” û “Bijî 8’ê Adarê” hat daliqandin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û bi sedan jin tevlî şahiyê bûn. Jinan bi kincên xwe yên rengo rengo tevlî şahiyê bûn. Beriya axaftinan jinan bi tililî û çepkan govend gerand.
 
Piştre Hevseroka HDP’ê ya Navenda Navçeyê Zeynep Salgûcak axivî û 8’ê Adarê li hemû jinan û jinên girtî pîroz kir.
 
‘Di 8’ê Adarê de em ê li qadan bin’
 
Piştre Hevseroka HDP’e ya Şirnexê Sabûha Akdag axivî. Sabûha, hemû jin slav kir û wiha got: “Em jin bi hêza ku ji koka xwe distînin wateyek nû li jiyana nû zêde dikin. Em bi berxwedan û tililiyên xwe 8’ê Adarê pêşwazî dikin.” Sabûha, diyar kir ku ew 8’ê Adarê bi azadî, berxwedan û rêxistinbûnê pêşwazî dikin û wiha pêl da axaftina xwe: “Pergala serdest a mêr her roj hewl dide zilma ku li ser jnê dike bi şêwazên cuda bidomîne. Bi zagonên xwe yên tacîz, destavêtin û kuştina jinan rewa dike. Li dijî van zextên li ser civaka xwe em ê di her kêliyê û li her qadê de bi têkoşîna jinê dawî li van êrîşan bînin. Li dijî tecrîdê, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan em ê di 8’ê Adarê de bi rihê yekîtiyê li qadan bin.”
 
Herî dawî peyama Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr hat xwendin û piştre hûnermend Berfîn Aktay derket ser dikê. Bi govend û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” şahî bi dawî bû.