Ji bo 8'ê Adarê Hîlala Zêrîn daxuyanî da

  • 15:14 1 Adar 2022
  • Rojane
 
KOBANÊ - Bi boneya 8’ê Adarê, Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Firatê daxuyanî da.
 
Bi munasebeta 8’ê Adarê Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Firatê daxûyanî da. Jinên ku di nava Tevgera Hîlala Zêrîn de xebat dikin, bi cil û bergên kurdî daxuyanî li ber cihê ku berxwedan di nava guliyên şervanên agir û rojê de, ji aliyê  endama Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn Zîlan Cilîlatî bi zimanê kurdî  ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Em saleke nû ya 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Bi  sazîbûna feraseta mêr heya niha li ser çand, ked, berhem û bedena jinê tundî, tujî, talan têne meşandin. Desthilatdariya mêr dixwaze jinê ji xwebûna xwe derbixe û bixin bin hakîmiyeta xwe. Li  hember vê jî bi hezaran sal in ku jin têkoşînê dikin û  bi çanda xwe dibin xemla jiyana azad. Di wê riyê de li ber xwe da. Li pey xwe mîrasek mezin ava kir. Têkoşîn pêl bi pêl mezin bû. Li Kurdistanê bi Felsefeya Rêber Apo bûn. Sara, Sema, Vîyan, Arîn, Barîn, deng dan jinên têkoşer ên cîhanê, bûn pêşengên têkoşîna jinê ya hemdem û 8’ê Adarê ava kirin. 
 
Em jî weke hunermendên Hîlala Zêrîn bi vê boneyê 8’ê Adarê roja jinên kedkar a cîhanê silav dikin. Em soz didin di çand û hunerên xwe de xwedî li wan jinên têkoşer û çanda tekoşînê bidin jiyîn."
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin jiyan azadî ” û “ Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.