Xizmên girtiyan daxwazên xwe anîn ziman: Heq, hiqûq, edalet!

  • 14:45 1 Adar 2022
  • Rojane
AMED - Malbatên girtiyan ên "Nobeda Edaletê" digirin ji bo balê bikşînin ser girtiyên nexweş û yên înfaza wan tên şewitandin bang kirin. 
 
Ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin malbatên girtiyan dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Ji bo piştevaniya nobeda malbat li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê digirin endam û nûnerên TUAY-DER, MED-DER, MEBYA-DER'ê çûn qada nobedê. 
 
'Em daxwaze edaletê diqêrin'
 
Xizma girtiyan Înci Guler di nobedê de axivî û got:"Bi rojan e em di nobeda ku em didomînin de em daxwaze edaletê diqêrin. Tiştên em li vir pê rû bi rû dimînin eyba hemû partiyan e. Em her kesî dawetî vir dikin ku alîkariya me bikin. 
 
'Werin piştgiriyê bidin me'
 
Xizma girtiyan Reşahat Ada jî da zanîn divê girtî demildest serbest bên berdan û wiha got:"Îro dora hevalên me yên hatine vir piştgiriyê bidin me dorpêç kirin. Bi salan e em xizmên xwe yên li girtîgehan nabînin. Em bang li hemû saziyên li Tirkiyeyê dikin bila werin vir û piştgiriyê bidin me."
 
'Em mafên xizmên xwe dixwazin'
 
Xizma girtiyan Nazime Boltan wiha got:"Polîs kesên tên vir dorpêç dikin. Nahêlin kesek pişgiriyê bidin me. Ez li vir bang li herkesî dikim em tenê mafê xizmên xwe dixwazin."