Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin

  • 13:31 1 Adar 2022
  • Rojane
 
RIHA - Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar a li ber edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê didomîne kirin. Ferît Şenyaşar ji polîsan re wiha got:"Ji mala we 3 kes bên qetilkirin hûn ê li mala xwe rûnên?"
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 358’emîn de berdewam dike. Malbat wek her sibehê vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobedê kir. Lê belê polîsan mudaxaleyî çalakiyê kirin. 
 
Polîsan xwestin wêneyên ambulansê yên êrişa di 14'ê Hezîrana 2018'an de jî bên rakirin. Emine Şenyaşar li dijî gefxwarina amîrê polîsan wiha got:"Me jî têxin girtîgehê lawê min di girtîgehê de ye."Ferît Şenyşar jî got:"Em li edaletê digerin ger lêgerîna edaletê sûc be hûn jî tiştên hewce dikin bikin." Her wiha li dijî gefxwarina polîsan Ferît wiha got:"Ji mala we 3 kes bên qetilkirin hûn ê li mala xwe rûnên?"
 
Li ser dewamkirina çalakiyê ya malbatê polîsan bê hincet xwest her kesê li baxçeyê edliyeyê derxin derve. Emineyê bi zêmaran êşa xwe anî ziman û berteka xwe nîşan da. Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê  (MA) yê xwest di wê kêliyê de dîmen bigire jî hat astengkirin. 
 
Li ser astengkirina nûçegîhan Ferit Şenyaşar tiştê hat jiyîn bi telefona xwe qeyd kir. 
 
Tevî mudaxaleya polîsan jî malbat çalakiya xwe didomîne.