Malbata Şenyaşar: Em ê ji ber deriyê edliyê neçin

  • 12:49 1 Adar 2022
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 358 roj in didome. Malbatê îro ev peyam da: "Heta ku edalet bicih were em ê ji ber deriyê edliyê neçin. Helbet wê rojek heq û edalet were.”   
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 358’emîn de berdewam dike. Malbat wek her sibehê vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobedê kir. 
 
Polîsan hişyarî da malbatê ku li ber ketina Edliyê rûnenên. Ferît Şenyaşar diyar kir ku ew ê li ber edliyê rûnin û duh jî li ber Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê nobed girtine. Ferît Şenyaşar da zanîn ku li Dîlokê kesî wan asteng nekiriye û got: “Ne qedexe ye. Em ê di ketina edliyê de rûnin.” Pişt re Ferît û dayika xwe li ber derî rûniştin. 
 
Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku salek e nobeda wan di bin zilmê de didome û wiha got: “Duh ji bo ku cezayê li birayê min Fadil hatiye birîn xera bibe, me li ber Dadgeha Îstînafa Dîlokê nobed girt. Her çiqas heyeta dadgehê bi me re hevdîtin nekir jî lê me daxwaznameya xwe ku Fadil were berdan da dadgehê. Me li ber Dadgeha Îstînafê rojek nobed girt. Îro jî em dîsa li cihê xwe ne. Niha dîsa dixwazin destûrê nedin me. 
 
Yên ku destûrê nadin me bila ewilî biçin kujeran bidarizînin. Çar sal di ser komkujiyê re derbas bû lê kesek nehatiye girtin. Neheqiyek mezin li me tê kirin. Tevahiya Tirkiyê vê bûyerê dizane. Di Meclisê de her roj tê rojevê. Heta ku edalet bicih were, em ê ji ber deriyê edliyê neçin tu cihekî. Helbet wê rojek heqî û edalet were.”