Li Silopiyê ji jinên girtî re kart hatin şandin

  • 11:24 1 Adar 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Meclîsa Jinan HDP'ê û TJA'yê, bi minasebeta 8'ê Adarê li Silopiyê ji jinên girtî re kart şandin. 
 
Meclîsa Jinan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 8'ê Adarê de bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" li navçeya Silopiya Şirnexê ji jinên girtî re kart şandin. 
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevseroka Şaredariya Silopiyê Adalet Fîdan û gelek jin li avahiya HDP'ê ya Silopiyê kom bûn û çûn postexaneya Silopiyê ji jinên girtî re kart şandin.