Bijarteyên Mexmûrê: Li dijî êrişan em ê pergala xwe biparêzin

  • 11:22 1 Adar 2022
  • Rojane
 
MEXMÛR - Di 25'ê sibatê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hilbijartin pêk hat. Fatma Bîlen bû hevşaredar û Leyla Çelîk, Eylem Kara û Cemîle Korkmaz jî wek encumenên şaredariyê hatin bijartin. Jinên ku hatin bijartin gotin: "Em ê li hember her cûre êrişan pergalê xwe bi parêzin. Her wiha hêza ku em ji pergala xwe digirin wê bi xwe re serkeftinê bîne.”
 
Di 25'ê sibatê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hilbijartinên şaredariyê pêk hat. Ji bo hevşaredariyê 4 kes, ji bo encûmentiyê jî 25 kes serî lêdabûn. Di vê hilbijartinê de Fatma Bîlen weke hevşaredar, Leyla Çelîk, Eylem Kara û Cemîle Korkmaz jî weke encûmen hatin hilbijartin. Jinên ku di hilbijartinê de bi serketin ji ajansa me re hest û ramanên xwe anîn ziman. 
 
Li wargehê pergala hevserokatiyê...
 
Fatma Bîlen a ku wek hevşaredar hat bijartin, bal kişand ser pergala hevserokatiyê û got: "Di sala 2014’an de li wargehê pergala hevserokatiyê ya ku Rêber Apo pêşniyar kiribû ket meriyê tê. Ev pergal ji hêla gel ve jî zûtir hat pejirandin. Ev yek di saya Rêber Apo û şehîdên leheng ve hat pêşxistin. Em xwedî li keda rêberê xwe û ya jinê xwedî derbikevin. 24 sal in em li Wargeha Mexmûrê dijîn, li wargehê jin di her aliyan de rêxistinbûna xwe avakiriye û di her xebatan de jî cîh girtiye. Di wargehê de jin xwedî sekneke bi bandor e. Ev tişt di hilbijartinê dawiyê de jî derket holê û jin bêtir deng girtibûn. Bendevariya civakê bi jinan heye. Erkên dîrokî dikeve ser milê me jinan." 
 
‘Dema hêza jinan bibe yek dikare her tiştî bike' 
 
Fatma, destnîşan kir ku li hemberî Gelê Kurd pêvajoyeke girîng heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê Kurd di nava pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Rewşa serokatiya me diyar e, ji bo vê yekê salekê tijî yê têkoşînê li pêşiya me ye. Di her aliyan de dijmin ji bo ku îradeya gel bişkîne her cûre êrişan pêk tîne. Lê ev wargeh li hember her cûre êrişan li ber xwe daye, teslîm ne bûye û dê berxwedana xwe jî her tim bidomîne. Di nav vê berxwedanê de berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê jinan. Ger ku jin hevbigre, hêza xwe bike yek wê bikaribe her tiştê pêş bixe û avabike.”
 
'Jin pêşengtiya jiyanê dike' 
 
Eylem Kara ya ku wek encûmena şaredariyê hatibû hilbijartin wiha nêrîna xwe anî ziman: "Di serî de ez soza xwe li hember şehîdan û Rêber Apo carek din nû dikim. Tevahî destkeftiyên ku weke jin me destxistiye hemû bi saya Rêber Apo, şehîdên şoreşê û xeta jina azad de, em bûne xwedî îrade û em dikarin cihê xwe tevahî sazî û tezgehên xwe de bigirin. Ew hêz û qudret di me de heye ku em pêşengtiyê ji gelê xwe re bikin. Birastî jî di pergala ku Rêber Apo afirandiye her tim jin pêşeng e. Her tim jin di hêla pergalê de, rêxistinbûyînê de û jiyanê de pêşengtiyê dike û çêkere jî." 
 
‘Erkê me yê sereke jî azadiya Rêber Apo ye'
 
Eylem, destnîşan kir ku dê bi hişmendiya netewa demokratîk tevbigerin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Salên girîng li pêşiya me ye, lê ji bo me erka sereke û ya girîng jî mîsogerkirina azadiya Rêber Apo ya fizîkî ye. Karê me ya din jî xizmetdayîneke baş a ji bo jin, heval û gelê xwe ye. Hêza ku em ji pergala xwe digrin wê bi xwe re serkeftinê bîne. Pergala me pergala bi hişmendiyê netewa demokratîk tê rêvebirin. Ev pergal jî yê Rêber Apo ye."
 
‘Heta niha gelek bedel hatin dayîn' 
 
Leyla Çelîk a ciwan jî cara yekem di nav xebatên şaredariyê de cihê digire û wiha hestên xwe anî ziman: "Di nav xebatên şarederiyê de û nava hevalên xwe yên encûmen de yê temen biçûk ez im ev ji bo min şansek mezin e, tecrûbeyên mezin ji mezinên xwe girtin girîng e. Ez mirovên temen mezin re karkirinê hez dikim ji ber ku ew ji bo min rênîşander in. Wek ciwan jî erkê dikeve ser milê me em bikaribin hev temam bikin. Bêguman me gelek bedel û ked daye heya weke jin û civaka kurd em gihiştine vê astê û tevahî qadên jiyanê de cihê xwe bigirin.”
 
'Em ê pergala xwe biparêzin'
 
Leyla, da zanîn ku di nav êrişên ku pêk tê de pêkanîna hilbijartinê girîng e û wiha bi lêv kir: "Di pêvajoyekê ku ji her aliyan êriş pêk tê de pêkanîna hilbijartinê girîng e. Ev ne tenê hilbijartinek e, ya rastî parastina pergala xwe ye. Ji bo ku ev pergal bikeve meriyetê gelek bedel hatin dayîn. Erkê me yê sereke jî parastina pergalê ye. Hêza ku me ji rêberê xwe û şehîdên xwe girtiye em ê di tevahî kar û xebatên xwe de serkeftinê pêşbixin. Em ê hem pergala xwe bi parêzin hem jî pêşde bibin.” 
 
‘Hêviya civakê ji xebatên jin hene’
 
Cemîle Korkmaz jî yek ji encûmenên hatiye hilbijartin wiha nêrîna xwe anî ziman: "Hilbijartinên şaredariyê du salan carekî pêk tê. Ev pergala netewa demokratîke bi saya Rêber Apo ket nav jiyana me. Li wargehê di asta herî jor de jin kar û xebatên xwe dimeşînin. Hêviyekê gel ji jinan heye. Di hilbijartinê de hevseroka me ya jin ji herkesê zêdetir deng girtibû ev jî nîşaneya vê yekê ye ku çiqasî hêviya civakê ji jinê heye.” 
 
'Pêşketinên mezin pêk hatin'
 
Cemîle, destnîşan kir ku di kar û xebatên wargehê de ji sedî 80'ê jin cih digire û rêvedibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji xwe û bi hêza xwe bawer in ku em ê bi ser kevin. Kar û xebatên xwe jî bi serkeftî bi meşînin. Pêşketinên jinan gelek mezin in. Jin dikare cihê xwe tevahî kar û xebatan de bigire.”