'Nobeta Edaletê' ya Îzmîrê: Li Girtîgeha Tekîrdagê îşkence heye

  • 17:03 28 Sibat 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Îzmîrê hatî destpêkirin 11 roj in didome. Malbatan bal kişandin ser rewşa girtiyan û gotin: "Li Girtîgehaa Tekîrdagê greva birçîbûnê heye û heta îro jî di şert û mercên girtiyan de tu guhertin nehatiye kirin." 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan a li Îzmîrê 11 roj in didome. Çalakiya ku li Baroya Îzmîrê hatî destpêkirin bi serdanan didome. Malbat bi çalakiya xwe bal dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan û daxwaza serbest berdana girtiyan dikin. 
 
Fatma Surme a ku tevlî "Nobeta Edaletê" bûyî, diyar kir ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F 2'yan a Tekîrdagê di greva birçîbûnê de ne. Fatma, banga hestiyariyê ji raya giştî kir. 
 
Li girtîgeha Tekîrdagê îşkence
 
Li girtîgeha Hejmara 2 a Tekîrdagê piştî ku di 19'ê Kanûna 2021'ê de Vedat  Ermen bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da di 17'ê Çileyê de 17 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Fatma diyar kir ku ew dema di 22'yê sibatê de çû serdana lawê xwe Ahmed Surme binpêkirinên li girtîgehê derketibûn asta îşkenceyê û got, "Zilm li ser gitiyan heye. Heta ku zilma li ser girtiyan bê rakirin dê çalakiya wan bidome."
 
'Ger ku tenê jî bimînim ez ê bidomînim'
 
Fatma diyar kir ku heta giriyên nexweş bên berdan û zilma li ser girtiyan bi dawî bibe ewê çalakiya xwe bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Dewlet nizane ku edalet çi ye. Ez tena xwe jî bimînim ez ê vê çalakiyê bidomînim."