Ji jinên girtî re kartên piştevaniyê hatin şandin

  • 16:00 28 Sibat 2022
  • Rojane
 
DÊRSIM - Meclisa Jinan a HDP'ê ya Dêrsimê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ji jinên girtî re kart şandin.
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji jinên girtî yên siyasî re kart şandin. Jinan li ser kartên ku wêneyên ji xezaya Dêrsimê hebûn, peyamên xwe yên ji bo 8'ê Adarê nivîsandin. Jinan piştî ku peyamên xwe nivîsandin kartên xwe bi rêya postexaneyê ji girtiyên li girtîgehên cuda re şandin.