TJA’ê li Dîlokê starta xwe ya 8’ê Adarê da

  • 15:34 28 Sibat 2022
  • Rojane
DÎLOK - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’yê ya Dîlokê starta xebatên xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dan. Jinan destnîşan kirin ku wê mîrateya têkoşîna jinan ew zîhnîyeta desthîlatdariya faşîst têk bibe.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan yê Dîlokê starta xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi daxuyaniyek da. Daxuyanî li avahiya HDP’ê ya Dîlokê hate lidarxistin. 
 
Metna daxuyaniyê ji hêla endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Bêrîtan Yuce ve hate xwendin. Bêrîtanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê û destnîşan kir ku jin hêza xwe ji mîrateya têkoşîna jinan digirin û diyar kir ku wê mîrateya jinên têkoşer wê zîhnîyeta desthîlatdariyê têk bibe. Berîtan, wiha axivî: "Em wek TJA’yê li dijî hişmendiya baviksalarî û zîhnîyeta faşîst a desthîlatdariyê têkoşîna xwe mezintir bikin. Wê sedsala 21’emîn bibe azadiya jinan. Em ê li her qadên jiyanê bi deng û rengên xwe bibin yek  û têkoşîna xwe bi rêxistin bikin."
 
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye 
 
* Zimanê me ya zikmakî heqîqeta civata me ye. Lê zimanê me ku hebûna me pênase dike bi polîtîkayên yekperest tê qedexekirin û tê bişaftin. Li dijî zîhnîyeta dijminane û tunehesibandinê wê jin li qadan bin. Ji bo avakirina pêşengtiya jiyanek wekhev bikin dê dengê xwe bilind bikin. 
 
*Peymana civakî ya jinê esas e, ne qanûnên bi serdestiya mêr. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku li dijî komkujiyên jinan ji Peymana Stenbolê vekişiya, di serî de jinên ku wê her roj di şerekî domdar de tên qetilkirin berpirs e.  8’ê Adarê îdîaya avakirina jiyanê ya li dijî qanûn û polîtîkayên zayendî yên mêr li ser navê jinê bi vîn û biryarên xwe afirandine ye. 
 
*Binçavkirin û çavtirsandina bi operasyonên sîyasî armanc kirin ku dengê gel bitepisînin. Her ku têkoşîna me ya parastina nirxên jinê yên jiyanê mezin dibe, zîhniyeta serdest a mêr êrîşên xwe yên li hemberî jinê û li her qadê li ser bingeha tunekirinê didomîne. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya armanc dike têkoşîna jinan bi îlegalîzekirina TJA'yê bi dawî bike. Lewra bi sedan hevalên me yên jin binçav dike û bûye nûnerê herî mezin ê faşîzmê. Tevî vê yekê demên xwe yên dawî li dijî êrîşkariya xwe zêdetir kiriye.”
 
*Em di 8 'ê Adarê destnîşan dikin ku muxatabê çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd Birêz Ocalan e û divê di zûtirîn demê de bi wî re hevdîtin were kirin. Dîlgirtin û tecrîdkirina Birêz Ocalan ku bûye şêweyê rêveberiyê, pirsgirêkên civakî hîn bêhtir bêçareserî dike. Felsefeya azadîparêz a jinê ya Birêz Ocalan, li dijî desthilatdariya ku dixwaze pirsgirêka kurd di qirkirin, înkar, asîmîlasyon, qedexeyan de tune bike, wek alternatîfek diafirîne. Şoreşa jinê ya li Rojava, ji bo tevahiya cîhanê rastiyeke mînak e.
 
*Hemû hevrêyên me yên jin ên di têkoşîna azadiya jinê de bi bîr û baweriyên mezin daketin qadan û îro jî rêya me ronî kirin, careke din bi rêzdarî û mînetdarî bi bîr tînin; Em bang li hemû jinan dikin ku 8'ê Adarê bi coş pêşwazî bikin, bi baweriya ku hevgirtina jinan a navneteweyî wê bi mîrasa wan mezin bibe, dê azadiya civakî bi hevgirtina jinê pêk were, pergala zilam-serwer wê îflas bike û jiyana azadîxwaz a jinê ji xwe re esas bigirin.
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.