Şaxa OHD’ê ya Dîlokê serdana 'Nobeta Edaletê' kir

  • 11:36 28 Sibat 2022
  • Rojane
 
DÎLOK - Şandeyek jı Şaxa OHD’ê ya Dîlokê serdana "Nobeda Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşarê ya di roja 357’emin de berdewam dike kir û hat destnîşankirin ku bila dawî li vê zilm û edaletiyê bê anîn. 
 
“Nobeta Edaletê” ya Emîne û Ferît Şenyaşar îro li ber deriyê Dadgeha Îstîsnafê ya Dîlokê di roja 357’an de berdewam dike. Şandeyek jı Şaxa Hîqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Dîlokê serdana çalakiya nobetê kir. 
 
Li ser navê şandeyê parezêr Mustafa Yalçin axivî û diyar kir ku êdî rondikên çavên Emîneyê zuha bûne û wiha got: “ Malbata Şenyaşar wê nobeta xwe ya edaletê êdî di hefteyê de du rojan li Dîlokê berdewam bikin. Em bang dikin ku êdî dawî li vê zilmê bînin.”
 
Parêzerê malbatê Bulent Duran jî axivî û destnîşan kir ku wê rojek edalet were vî welatî û wiha got: “Li vî welatî ji ber bêedaletiyê gelek kes di bin zilm û neheqiyê de ne. Em jî vê bê edaletî û bê hiqûqê dibînin. Daraz tu gav pêş ve naçe. Em îro ji bo fadil şenyaşar were berdan li vir in. Wê qîrîna dayika Emîne edaletê bîne û rondikên çavên dayika emîne bisekinin.”