Çewlîk wê li dijî zîhniyeta serdest li qadan be

  • 09:04 28 Sibat 2022
  • Rojane
 
ÇEWLÎK - Endama Meclîsa Şaredariyê ya HDP’ê Songul Barcadurmuş Solmaz der barê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de axivî û da zanîn ku di hemû bernameyên ku wê pêk bînin de hedefa wan ev e ku xwe bigihînin hemû jinan û tiştên dijîn parve bikin.
 
Jin wek her sal, îsal jî ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daketin qadan û çalakiyê xwe didomînin. Yek ji bajarên ku çalakiyên 8’ê Adarê lê didomin Çewlîk e. Jinên Çewlîkê diyar kirin ku li dijî rolên ku zîhniyeta serdest a mêr û dewletê ferz kiriye, wê li qadan daxwazên xwe yên jiyanek azad bînin ziman.
 
Endama Meclîsa Şaredariyê ya HDP’ê Songul Barcadurmuş Solmaz, bername û çalakiyên li bajar pêk tên nirxand û got ew 8’ê Adarê di serî de diyarî  dayikên di lêgerîna edaletê de ne û hemû jinên berxwedêr dikin.
 
‘Em ê bi coşek mezin pîroz bikin’
 
Songulê anî ziman ku 8’ê Adarê de di alî dîrokî de xwedî wateyek girîng e û mînakên vê yên şênber hene û wiha daxuyand: “Em tenê bi çavê pîrozbahiyê nanêrin. 8’ê Adarê ji bo me roja çalakiyê ye. Ev roj ji me re ji Clara Zetkîn maye. Em deyndarên mîrateya wê ne. Em îsal 8’ê Adarê diyarî Denîz Poyraz û Garîbe Gezer dikin. Em ê 8’ê Adarê bi coşek mezin pîroz bikin.”
 
‘Qirkirina jinê mijara gotinê ye’
 
Songulê da zanîn ew di şexsê Emîne Şenyaşar ya li ber Edliya Rihayê di nobeta Edeletê de ye, hemû dayikan pîroz dikin û wiha bi lêv kir: “Bi krîza aborî ya giran re jin zêdetir xizan bûn û qirkirina jinê mijara gotinê ye. Bi feshkirina peymanê re ev qirkirin zêdetir bû. Li aliyê din jî em zîhniyeta ku peyman fesh kir nas nakin. Li dijî vê em ê berxwedanê bidomînin.”
 
Songulê destnîşan kir ku wê li ser girîngiya 8’ê Adarê panelekê pêk bînin û bi armanca balê bikşînin ser rewşa jinan wê li Dortyolê meşekê pêk bînin û hedefa wan ev e ku xwe bigihînin hemû jinan. 
 
‘Jin tune hatin hesibandin’ 
 
Songulê wiha dawî lê anî: “Li hemû cîhanê keda jinan tê binpêkirin. Em bi jinan re bên gel hev em ê li dijî zîhniyeta serdest têkoşînê bidin meşandin, biaxivin. Di vî alî de em ê rê û rêbazan nîqaş bikin. Li seranserê dîrokê her tişt guherî lê nêrîn û polîtîkaya li hember jinê neguherî. Ez 8’ê Adara hemû jinan pîroz dikim.”