'Ev ne tenê barê dayikan e'

  • 16:37 27 Sibat 2022
  • Rojane
 
WAN - Hevserokê HDP'ê yê Artemêtê Tahir Şen ê di Nobeda Edaletê ya Wanê de axivî wiha got:"Ev ne tenê barê dayikan e. Divê li dijî vê bêhiqûqiyê gel rabe ser piyan."
 
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin di roja 77'emîn de ye. Çalakiya îro hevjîna Îbrahîm Alkan ê di Girtîgeha Tîpa F a Wanê de ye Dilşah Alkan û Botan Timur ê bavê girtiyê bi navê Kazim Timur ê di girtîgeha Tîpa F a Wanê de ye dewam kirin. Rêxistina HDP'ê ya Artemitê jî piştigirî da çalakiyê.
 
'Divê tecrîd demildest bê rakirin'
 
Hevserokê HDP'ê yê Artemêtê Tahir Şen diyar kir ku ew bi rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nizanin û got:"Ev 11 sal in ji Birêz Ocalan xeber nayê girtin. Divê tecrîd demildest bê rakirin. Dayik li vir Nobeda Edaletê digirin lê belê li Tirkiyeyê ne edalet ne jî hiqûq heye. Ji girtîgehan tabût derdikevin. Ji ber hevalên me bêhiqûqiyê qebûl nakin nayên tehliyekirin. Ev rewş nayê qebûlkirin."
 
'Me hêviya xwe tu carî winda nekir'
 
Hevserokê HDP'ê yê Artemitê yê berê  Recep Gultepe da zanîn têkoşîna dayikan bi nirx e û wiha got:"Sîstema vê dewletê bi pêkanînên faşîzane didome. Hêza dewletekê bi çekan nayê pîvandin bi hiqûq û edaletê tê pîvan. Di dîrokê de hemû dewletên edalet û hiqûq lê tunebûn hilweşiyane."