Peyama ji bo kongreya DBP'ê ya siyasetmedarên girtî: Faşîzm ne qeder e

  • 13:35 27 Sibat 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Girtiya siyasî Gultan Kişanak ya name ji kongreya DBP'ê re şand wiha got:"Em dixwazin siberojên azad ava bikin, iddiaya me ji ya her demê girîngtir e."
 
Li Enqereyê, 6’emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Navenda Kongre û Çandê ya Nazim Hîkmet bi tevlêbûna hezaran kesan bi dirûşma “Bi Civaka Rêxistinbûyî ber bi Jiyana Azad ve” û bi sirûda “Her ne pêş” û rêzgirtinê dest pê kir. Eywana kongreyê bi alên DBP’ê hatiye xemilandin. Li eywanê pankartên bi kurdî û tirkî yên wekî “Yekîtiya neteweyî ne bijarteyeke, mecbûrî ye” , “Em bi israr in ku bi hişmendiya neteweya demokratîk siyasetê bi rêxistin bikin” û “Jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan” hatin daliqandin. Hevserok, serokên giştî û nûnerên KCD, HDK, TJA, HDP, SODAP, SYKP, TÎP, partiyên di Tifaqa Kurdistanê de cih digirin û rêxistinên sivîl tevlî kongreyê bûn. Piştî ku dîvan hat avakirin bi axaftinan kongreyê dest pê kir. 
 
Destpêkê Hevserokê Dîwanê Dogan Erbaş axivî û polîtîkayên hikûmetê yên şer rexne kir û bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a aştî û demokrasiyê.
 
Axaftina Dogan wiha ye: “Salon pir biçûk e. Em di ferqê de ne. Nêzî mehekê hevalê me ji bo salonek mezin ketin nava hewldanan. Lê ji ber ku li salonên mezin cih  nedan, hevalê me  neçar man ku em li vê salona biçûk vê kongreyê pêk bînin. Em wekî dîvanê ji bo li vê salona biçûk e, em lêborînê dixwazin. Lê cihê me teng e, dilê me fireh e. Têkoşîna hebûna xwe biparêze û azadiyê mezin bike didome. Îro em rastiya şerê ku ketiye roja 4’an de didome. Rastiya ‘Kesên di şer de bi ser dikevin tune’ heye. Em kesên ku li Moskova û gelek welatên cîhanê dibêjin ‘Ev ne şerê me ye, şerê Pûtîn e’ ji dil silav dikin. Di şer de yê êşê dijîn gel in. Îro kesên li dijî şer û diyar dikin ku çareserî bi aştî û diyalogê pêş dikeve me kêfxweş dike. Dema em dibêjin ên li dijî şerê Ukraynayê divê li dijî şerê Efrînê bin jî dibêjin hûn tev li heviyê dikin. Dayikên me dibêjin çi? Dema zarokên xwe dan axê digotin ‘Dil û kezeba me şewitî bila dil û kezeba dayikên din neşewitin.’ Li hemberî dayikên wisa rexneyên ku tên kirin ne rast in. Em li dijî hemû şeran in. Em li dijî hemû êşan in. Dilê me bi kesên li dijî şer in re ye. Sibehê 28’ê Sibatê ye. 28’ê Sibatê ji gelek aliyan ve girîng e. Belkî darbe tê aqilê hin kesan. Lê ji aliyê me ve 28’ê Sibatê wateyek pir cuda heye. 28’ê Sibatê di heman demê de ger ku pêk hatibûya dê îro gelek pirsgirêk nejiyane. Di heman demê de roja îmzekirina Mutabakata Dolmabahçeyê de ye. Di serî de Rêzdar Abdullah Ocalan û hemu kesên keda wan ket vê mutabakatê em tevan silav dikin.” Axaftina Dogan bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hat qutkirin.
 
Dogan anî ziman ku di aştiyê de lîstik çênabin û wiha lê zêde kir: “Di şer de lîstik çê dibin, lê di aştiyê de lîstik çênabin. Em bang li CPT û hemû rêxistinên din dikin. Demek beriya demekê deriyên Îmraliyê vekin û pirsgirêkê çareser bikin. 24 sal in Birêz Ocalan her kêliyên xwe ji bo çareseriya demokratîk dema xwe derbas kir û lê hûr bû. Pêşniyarên xwe pêşkêş kir. Divê ev rastiya bê zanîn. Ku neyê zanîn neheqî dibe.
 
Yên rastiyê nebînin nikarin pirsgirêkan çareser bikin
 
Sibehê partiyên muxalefet tên cem hev. Ger ku alîgirê demokrasî û aştiyê ne, divê rastiya îmraliyê jî bibînin û ciddî nêzî Îmraliyê bibin. Yên rastiyê nebînin nikarin pirsgirêkan çareser bikin."
 
'Gelê kurd li li dijî hemû zilmê serî û çongê danîne'
 
Di kongreyê de Hevseroka Dîwanê Feleknas Uca jî anî ziman ku dibe ku cihê wan teng be lê tu nez nikare wan asteng bike û wiha got: “Lê tu hêz nikare pêşiya têkoşîn û berxwedana me bigire. Li ku dibe bila bibe em ê bi têkoşîn û rêxistina xwe bersîva gelê kurd naqete bidin. Gelê kurd li li dijî hemû zilmê serî û çongê danîne.”
 
'Ew çiqas bi ser me de bên em ew qas mezin dibin'
 
Li ser navê Dayikê Aştiyê: “Silavû hurmetê xwe ji were dişînim. Dayikên kezebşewitî hûn tev bi xêr hatin. Li ser navê dayikan ez vê kongeryê silav dikim. Hevî dikim ku bibe wesîleya aştiyê, berdanagirtiyên azadiyê. Dibêjin kurd qediya ne. Bila tenê 2 saetan bergiya kurdan vekin. Wê demê dê hêz û berxwedana kurdan bibînin. Ew çiqas bi ser me de bên em ew qas mezin dibin. Em vê kongereyê li dayikan û girtiyên zindanan pîroz dikin. Îro tiştekî em winda bikin tune ye. Tenê rêyek li pêş me heye, yekîtî yekîtî û yekîtî.”
 
Siyasetmedarên girtî peyam şandin
 
Siyasetmedarên girtî Leyla Guven, Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel, Selahattîn Demîrtaş ve Îdrîs Balûken peyam ji kongreyê şandin û DBP'ê re serkeftinê xwestin. 
 
Rola Abdullah Ocalan
 
Siyasetmedaran, di peyamên xwe de bal kişandin ser zextên ku ji hêla desthilata AKP-MHP'ê ve li dijî kurdan tên meşandin û qala berxwedana kurdan a li dijî van zextan tê meşandin kirin. Siyasetmedaran, got ku têkoşîna kurdan didome û wê gotina dawîn kesên li ber xwe didin bibêjin. Her wiha siyasetmedaran, bertek nîşanî tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û rola Ocalan a di çareseriya Pirsgirêka Kurd de destnîşan kirin.