Li Girtîgeha Tekirdagê 3 girtiyên din jî tevli greva birçîbûnê bûn

  • 10:08 27 Sibat 2022
  • Rojane
 
TEKIRDAG - Li Girtîgeha Tekirdagê  ya Jimara 2'yan a Tîpa F'yê 3 girtiyên din jî tevli greva birçîbûnê bûn.
 
Li Girtîgeha Tekirdagê ya Jimara 2'yan a Tîpa F'yê 3 girtiyên din jî tevli çalakiya greva birçîbûnê bûn. Heta niha 13 girtî di greva birçîbûnê de ne.
 
Di 19'ê Kanûna 2021'ê de li Girtîgeha Tekirdagê ya Jimara 2'yan a Tîpa F'yê girtî Vedat Erkmen bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Piştî Vedat, gardiyanan êriş biribûn ser girtî Yasîn Emeç jî. Piştî vê 5 girtiyên di heman girtîgehê de di 17'ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî Mehmet Suleyman Ûcakan, Tûrhan Îlbaş, Huseyîn Karadaş, Habîb Guler û Ahmet Arîf  Yoyler, girtî Şahbettîn Ogut û Îlyas Yorgûn û Ahmet Altay jî bi hinceta "ji bo jiyana wan tu ewlehî tune ye" daxilî nav çalakiya greva birçîbûnê bûbûn. 
 
Di 16'ê Sibatê de jî Ahmet Osman, Kûtbettîn Onûr û Yûnûs Konak jî daxilî nav çalakiya greva birçîbûnê bûn.
 
13 girtiyên di greva birçîbûnê de dixwazin binpêkirinên mafan, pêkanînên kêfî û bêhiqûqî, avêtina ser qawîşan û sirgûn bi dawî bibin.