‘Dê jinên li Mêrsînê di 8’ê Adarê de bi deng û rengê xwe li qadan bin’

  • 09:03 27 Sibat 2022
  • Rojane
 
Derya Ren
 
MERSÎN - Hevseroka HDP’a Mersînê Bedriye Kuş da zanîn  ku hedefa wan ev e ku di 8’ê Adarê de xwe bigihêjin hemû jinan û got rojeva wan a sereke tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e. Bedriyeyê got wê bi hemû rengên xwe li qadan bin.
 
Li Tirkiye û bajarên herêmê di serî de rêxistinên jinan û ji her alî jinan dest bi bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin. Yek ji van bajaran jî Mêrsîn e. Jinên Mersînê xwe amade dikin ku bi hemû rengên xwe li qadan bin û balê bikşînin ser binpêkirin û mafan.
Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kuş der barê bernameya 8’ê Adarê ya li bajar axivî.
 
‘Jin wê bi reng û dengên xwe li qadan bin’
 
Bedriyeyê da zanîn ku jin li dijî polîtîkayên zextê yên desthilatdariyê her tim li qadan bûne û bersiva xwe dane û wiha dirêjî dayê: “Ber bi 8’ê Adarê  ve zext didomin. Em ê di 8’ê Adara îsal de jî dengê xwe li dijî zilm û zextê bilind bikin. Em ê bi deng, reng û xwazên xwe li qadan bin. Em ê di 8’ê Adarê de careke din rakirina Peymana Stenbolê qebûl nekin.”
 
‘Werin em têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin’
 
Bedriyeyê diyar kir ku jinan bi têkoşîn û kedek mezin Peymana Stenbolê bi dest xistine û wiha berdewam kir: “Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin. Rojeva me wê hevalên me yên girtî, pirsgirêkên wan û tecrîd be. Em ê li qadan bin û her kesî dawetî qadan dikin. Werin em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
‘Em ê bi hemû jinan re bên gel hev’
 
Bedriyeyê kongreya navendî ya Mersînê ya di rojên borî de pêk hat bi bîr xist û bernameya 8’ê Adarê wiha parve kir: “Em ê 1’ê Adarê de startê bidin. Di 3’yê Adarê de li Akdenîzê wê bernameyek pêk bê. Di 4’ê Adarê de em ê biçin serdana karkerên jin ên Tersûsê. Ji bo piştevaniya girtiyên jin em ê di 5’ê Adarê de daxuyaniyekê bidin. Di 6’ê Adarê de em ê bi platforma Jinan a Mêrsînê re hevdîtinekê bikin. Di 8’ê Adarê de em ê qertan bişînin ji girtiyên jin re û êvarê jî em ê Meşa Şevê ya Femînîst pêk bînin. Her wiha ji 1’ê Adarê şûnde em ê li her navçeyê bi jinan re bên gel hev.”