Li Wanê 'Nobeta Edaletê' 76 ro jin didome

  • 16:33 26 Sibat 2022
  • Rojane
WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê 76 roj in didome. Rêxistina HDP'ê Rêya Armûşê serdana nobetê kir û piştevaniya xwe ya çalakiyê anîn ziman. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Wanê 76 roj in didome. Malbatên girtiyan li Baroya Wanê çalakiya xwe didomînin. Malbat daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş dikin û bal dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rêya Armûşê ya Wanê serdana nobetê kir. 
 
Hevserokê HDP'ê ya Rêya Armûşê Cevdet Altindag, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Li girtîgehan asta binpêkirina mafan zêde dibe. AKP'ê xwedî li qanûnên xwe jî dernakeve. Em ê li cem malbatan bin û çi ji destê me bê em ê bikin."