KESK: Em ê ji bo Aysel û Garibeyê li kolanan bin

  • 16:22 26 Sibat 2022
  • Rojane
AMED - Jinên endamên KESK’ê têkildarê 8’ê Adarê de daxuyaniyek dan û gotin: "Li Rihayê Dayika Emîne Şenyaşar, li Amed, Wan, Îzmîrê 'Nobetên Edaletê' û lêgerîna dayika Gulîstanê. Em ê piştevaniya çalakiyên wan bikin. Em ê ji bo Aysel Tugluk û Garîbe Gezer li kolanan bin." 
 
Meclîsa Jinan a Konfederesyona Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK) a Amedê têkildarê 8’ê Adarê de li Parka Hazal a li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji serhildanê ber bi têkoşînê ve, ji têkoşînê ber bi azadiyê ve” hat vekirin. Her wiha dirûşmên wek “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Em ê bi têkoşînê bi ser kevin” hatin berzkirin. 
 
Bi berzkirina dirûşmeyan re jinên ku li parkê tevlî daxuyaniya KESK'ê bûn. Polîsên ku xwestin jinan asteng bikin, negihaştin armanca xwe. Piştgiriya jinan heta dawiya daxuyaniyê berdewam kir. Daxuyanî ji hêla berdevka KESK’ê ya Amedê Fatma Yildizhan ve hat xwendin. 
 
Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye:  
 
“Li Tirkiyeyê hejmara betaliya jinan gelek zêde ye û her wiha hejmara îstîhdamkirina jinê jî gelekî kêm e. Jinên ku dixebitin jî bi mobîngê re rûbirû dimînin û mafên wan tê binpêkirin. Bi polîtîkayên ku tên meşandin jî ewlehiya me nîne. Bi KHK, OHAL’ê kedkaran tasfiye dikin û dixwazin pêşî li rêxistinbûna kedkaran bigirin. Ji aliyiyekî birçîbûn, jiyana bêtemînat û ji aliyekî ve jî desteserkirina destkeftiyên jinan.
 
Bi awayek sîstematik jin tên qetilkirin û ev jî vegeriyaye qirkirinê. Ji bo pêşîlêgirtina qirkirina jinan AKP û MHP bi tu awayî polîtîka pêşnaxin. Li dijî wê polîtîkayên dijminatiya jinan yek bi yek dixin meriyetê. Ligel vê yekê jî Peymana Stenbolê betalkirin. Her tim li dijî destkeftiyên jinan derdikevin. 
 
Niha şerê Ukranya û Rûsyayê heye. Di her şerê de bê gumane herî zêde jin bi bandor dibin. Wekî di şerên Efganîstan, Iraq, Sûriye û Efrîqayê rûdayî. Di şer de herî zêde jin penaber dibin û ji neçariyê berê xwxe didin welatên biyanî. Li welatên biyanî jî bi êrişên nîjadî û zayendperestiyê re rûbirû dimînin. Her wiha di qada kar de jî hêza herî bi erzan tê dîtin. 
 
Di  hemû çalakiyan de em bi astengiyan re rûbirû dimînin. Lê li hemberî astengiyan me tu carî paşve gav neavêtiye. Me li dijî hişmendiya baviksalarî serî hilda. Ji bo mafên xwe em ê li qadan bin. Li Rihayê Dayika Emîne Şenyaşar, li Amed, Wan, Îzmîrê 'Nobetên Edaletê' û hewldana dayika Gulîstan. Em ê piştevaniya çalakiyên wan bikin. Em ê ji bo Aysel Tugluk û Garîbe Gezer li kolanan bin." 
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û“Em ê bi têkoşînê bi ser kevin” bi dawî bû.