Li Îzmîrê starta çalakiyên 8'ê Adarê dê di 28'ê sibatê de bê dayîn

  • 15:54 26 Sibat 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îzmîrê, di 28'ê sibatê de starta çalakiyên 8'ê Adarê bide. Derbarê mijarê de civîna çapemeniyê li dar xist û bangewaziya tevlîbûna çalakiyan kir. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, bi dirûşma "Em ê bi hev re biguherînin, dem dema jinê ye" dê di 28'ê Sibatê li ber OSYM'ê ya Alsancakê starta çalakiyên 8'ê Adarê bidin. Derbarê mijarê de li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê 
Serpîl Kemalbay, hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelîk û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê tevlî civînê bûn. Di civînê pankartên bi kurdî û tirkî "Bijî 8'ê Adarê, em ê bi hev re biguherînin û dem dema jinê ye" hatin daliqandin. HDP'ê çalakiyên îsal diyarî Denîz Poyraz kir. 
 
Daxuyanî ji hêla Berna Çelîk ve hat dayîn. Berna diyar kir ku li hemberî kurd û jinan polîtîkayên şer ên taybet tên meşanidin û got: "Hewl didin ku têkoşîna azadiya jinên kurd rawestînin. Bi destê polîs û leşkeran jinan ber bi mirinê ve tên xiriqandin. Wek Îpek Er û Gulistan Dokû. Denîz Poyraz jî li avahiya me ji hêla tetîkkêşan ve hat qetilkirin. Guleyên ku berdan Denîz, di eslê xwe de berdan têkoşîna azadiya jinan. Armanc dikin ku me bêdeng bikin û bitirsînin. Lê divê bê zanîn ku tu carî naghîjin armanca xwe. Denîzek çû lê niha bi hezaran Denîz rêwitiya xwe didomîne. Em tu carî paşve gav navêjin." 
 
Em ê îsal li qadan wan mijaran bînin ziman; 
 
* Em ê li dijî dîlgirtinê, bi Fîgen Yuksekdag, Gulten Kişanak, Sebahat Tuncel û bi sedan hevalên xwe re bimeşîn. 
 
* Li dijî qetilkirina jinan em ê bi hev re dengê xwe bilind bikin û em dev jî Peymana Stenbolê bernadin. 
 
* Li dijî hewldana girtina partiya xwe em ê parastina xwe bikin. 
 
* Em ê parastina şoreşa Rojava û Kobanê bikin. 
 
* Em nahêlin ku polîtîkayên tecrîdê bandorê li jiyana me bike. Ji bo Aysel Tugluk û hevalên xwe yên din em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bibin dengê Aysel û girtiyên nexweş. 
 
* Mal bi mal, gund bi gund bigerin, em ê li cem kedkarên jin bin. 
 
* Em ê li dijî xizaniya jinê xwedî li keda xwe derkevin û em ê di qadên hilberînê de cih bigirin. 
 
* Em tifaqên ku jin tunebe qebûl nakin. Em ê tifaqa jinê bi piştevaniya jinê mezin bikin. 
 
* Em soz dikin ku em ê jiyana wekhevî, demokratîk û azad pêş bixin. Em di şexsê Denîz Poyraz de soz didin hemû hevalên xwe."
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dê 28'ê Sibatê di saet 18'an de li ber OSYM'ê ya Alsancakê starta çalakiyên 8'ê Adarê bê dayîn. Bangewaziya tevlîbûnê hat kirin. 
 
Piştî daxuyaniyê Parlamenter Serpîl jî bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê.