Li Komeleya Jinan a Rosayê atolyeya 8'ê Adarê

  • 15:14 26 Sibat 2022
  • Rojane
AMED - Komelaya Jinan a Rosa, bi minasebeta 8'ê Adarê li avahiya xwe atolyeya nivîsandina pankart, lolîpop û dowîzan li dar xist. 
 
Komeleya Jinan a Rosa, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de, li avahiya xwe atolyeya nivîsandina pankart, lolîpop û dowîzan li dar xist. Endamên komeleyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê tevlî atolyeyê bûn. 
 
Jinên ku tevlî xebatê bûn dirûşmên xwe li ser pankart, lolîpop û dowîzan nivîsandin. Jinan berhemên ku derketî holê dê di 8'ê Adarê de li qadan bigirin destê xwe.