Fatma Bîlen û Bedran Pîranî bûn hevşaredarên Mexmûrê

  • 13:12 26 Sibat 2022
  • Rojane
MEXMÛR - Encamnameya hilbijartina şaredariyê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê diyar bûn. Fatma Bîlen û Bedran Pîranî wek hevşaredar hatin bijartin. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) hilbijartina hevşaredar û encûmenên Şaredariya Gel pêk hat û encamên hilbijartinê hatin aşkerakirin. 
 
Hilbijartina ku duh di saet 08.00’an de li 8 navendan dest pê kir. Gelê ji serê sibê de dest bi bikaranîna dengdayînê kir. Hilbijartin di saet 17:00’an de bi dawî bû. Hejmartina dengan duh bi şev pêk hat û heta derengiya şev dom kir. 
 
Ji bo hevşaredariyê 4 kes, ji bo encûmentiyê jî 25 namzet serî lêdabûn. Ji van 7 kes hatin bijartin. Li Mexmûrê her du salan carekê ji bo hevşaredar û encûmenên Şaredariya Gel hilbijartin pêk tê.
 
Îro encamên hilbijartinê diyar bûn. Fatma Bîlen û Bedran bûn hevşaredarên Mexmûrê. Cemîle Korkmaz, Leyla Çelîk, Eylem Kara û Nusret Şirnexî, Hazim Kar, Sedîk Hilalî, Hisên Buldan jî wek encumenên şaredariyê hatin bijartin.