‘Li dijî zîhniyeta serdest em ê li qadan bin’

  • 09:02 26 Sibat 2022
  • Rojane
Şirîn Çinar
 
AMED - Rêvebera HDP’a Amedê Gulhan Onur da zanîn ku di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan  a Cîhanê de li Amedê bi coş xwe ji bo çalakiyan amade dikin û wiha bang li jinan kir: “ Em ê bi dirûşma ‘Dem dema jinan e’ li dijî zîhniyeta serdest a mêr li qadan bin.”
 
Li Tirkiye û bajarên herêmê bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amadekarî  didomin. Jinan li bajaran bi coşek mezin start dan û li Amedê jî xebat didomin. Gulhan Onur a di rêveberiya HDP’a Amedê de cih digire bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê û daxuyakirin ku Amed bi coş xwe ji bo 8’ê Adarê amade dike.
 
‘Em 8’ê Adarê wek roja têkoşînê dibînin’
 
Gulhanê destnîşan kir ku li dijî binpêkirin, zext û newekheviya bi sedsalane didome 8’ê Adarê  wek roja têkoşînê dibînin û wiha balkişand ser zor û zehmetiyên ku jin dijîn: “Di roja me ya îro de bi krîza aboarî re yên ewil ji kar tên avêtin û keda wan tê binpêkirin jin in. Ji bo vê em 8’ê Adarê wek roja têkoşînê ya ji bo azadiyê û wek roja têkoşîna li dijî her cureyê şîdeta li ser jinê dibînin.”
 
‘’Em ê startê li Mêrdînê bidin’
 
Gulhanê destnîşan kir ku li Amedê beriya 8’ê Adarê amadekariyên çalakî û bernameyan kirine û got wê bernameyên wan bi coş û têr û tije bin. Gulhanê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Em ê stargeha xebatên xwe li Mêrdînê bidin. Em ê bi hemû saziyên jinan re bên gel hev û hemû xebatên xwe yên 8’ê Adarê pêk  bikin. Di heman demê de em ê ji hevalên xwe yên jin yên girtî re qertan bişînin. Em ê hemû jin bi hev re cilên xwe yên gelerî li xwe bikin û bi erbaneyan heta PTT’ê bimeşin. Bi pêşengiya MEBYA-DER em ê biçin ser gora hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane û em ê qûrnefîlan danin ser gora wan. Li Farqaîn, Erganî, Bismil, Çinar, Pasûr, Çêrmûg û Pîranê wê fîlm bên nîşandan. Lİ aliyê din li çar navçeyên navendî û li gundan wê xebatên me hebin. Em ê belavokan belav bikin.”
 
Li dijî zîhniyeta serdest banga piştgiriyê
 
Gulhanê di dawiya axaftina xwe de der barê 8’ê Adarê ku wê bi dirûşma ‘Dem dema jinan e’ pêk bê û tevlibûna bernameyan ev bang kir: “Em ê li dijî şîdet, binpêkirin û her wiha ji bo jiyanek wekhev û azad bi dirûşma ‘dem dema jinan e’ qadan tije bikin. Em hemû jinan vedixwînin têkoşînê û bila deng bidin dengê me, em ê qadan tije bikin. Em li dijî zîhniyeta serdest ya mêr hemû jinan vedixwînin piştgiriyê.”