TAJÊ starta xebatên 8'ê Adarê da

  • 15:30 25 Sibat 2022
  • Rojane
 
ŞENGAL - TAJÊ, bi dirûşma "Yekitî û têkoşîna jinan wê pêşî li fermanan bigire û xweseriya Şengalê avabike" starta xebatên 8'ê Adarê da.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi dirûşma "Yekitî û têkoşîna jinan wê pêşî li fermanan bigire û xweseriya Şengalê avabike" li ber avahiya xwe daxuyaniyek da û starta xebatên 8'ê Adarê da destpêkirin. Daxuyanî ji hêla berdevka TAJÊ Sabiha Seberî ve hat xwedin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Em weke TAJÊ, 8’ê Adarê di serî de li Rêber Apo, tevahiya jinên cîhanê û jinên ku di çeperan de ne pîroz dikin. Her wiha em tevahî jinên ku li beramberî dijminên mirovahiyê têdikoşin, meşa xwe ya azadiyê heya dawî berdewam kirin û bi vî awayî navê xwe li dîrokê nivisandine bi rêzdarî bi bîr tinin û bejna xwe li ber lehengiya wan ditewînin.
 
Dijmin çiqas jî êrişên xwe berfireh bike wê bersiva me sedqatê wan be. Azadî dar e û dara azadiyê bi xwîna şehîdan tê avdan. Em çiqasî şehîd bidin wê dara me ewqas şîn bibe. Em xwediyê çand û dîroka hezar sala ne. Xwediyê şehîdên 74 fermana ne. Di nav de bi hezaran jin û dayikên pêşeng ên mîna Dayê Zero, Xatuna Fixra, Zerîfa Osê, Dayê Gulê û Cîlana ne. Ruhê wan pêşengan di ruhê her jineke Êzidî de dijî. 
 
Çawa ku em piştî 74 fermanan xelas nebûn, dijmin niha jî nikare vîna me bişkîne. Bi vê biryarê em ê bi ruhê 8’ê Adarê sala 2022’yan bikin sala azadiya fizikî ya Rêber Apo û sala azadiya hemû jinên bindest. Em ê statuya Şengala xweser avabikin û jiyana azad mîsoger bikin.
 
Yekitî û têkoşîna jinan wê pêşî li fermanan bigire û xweseriya Şengalê avabike."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.