Jin bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” dadikevin qadan
- 13:43 25 Sibat 2022
- Rojane
MÊRDÎN - Ji bo dayîna starta 8’ê Adar Roja Jinan a Cîhanê, jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” dadikevin qadan.
Tevgera Jinên Azad (TJA) wê starta çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Kerboranê ya Merdînê bi daxuyanî û şahîyek bide. Bêrîya dayîna startê jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî “ daketin qadan. Jin ji bajarên herêmê yên wekî Amed û Êlîhê jî tevli çalakiyê bûn. Her wiha Berdevka HDP’ê Ebru Gunay û parlementera HDP’ê ya Êlîhê Feleknas Uca jî dê tevli çalakiyê bibin.
Jinan pankarta “Dem dema Azadiya jinan e” vekirin û wêneyên Denîz Poyraz û Garîbe Gezer rakirin.
Coş û kelecana jinan bi kilam û awazên kurdî, govendê berdewam dike.