Wezareta Dadê li malbata Gulistanê geriya

  • 13:05 25 Sibat 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Wezareta Dadê bersiv da malbata Gulistan Doku ya ku ji bo li aqubeta Gulistanê bipirse ev sê roj in li Enqereyê ye. Wezaretê da zanîn ku dê ji bo hefteya bê randevuyê bide malbatê. 
 
Îro Wezareta Dadê malbata Doku geriya û daxwaza hevdînê qebûl kirin û ji bo hefteya bê randevu dan malbatê. Malbat li ser vê yekê dê îro vegere Amedê û hefteya bê ji bo hevdîtinê biçe Enqerê.