Li Mexmûrê hilbijartina şaredariyê dest pê kir
- 11:46 25 Sibat 2022
- Rojane
MEXMÛR - Li Wergeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hilbijartinên hevserokatî û encumanên şaredariyê saet di 8:00'ê siharê de hate destpêkirin.
Li Wergeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hilbijartinên hevserokatî û encumanên şaredariyê saet di 8:00'ê siharê de hate destpêkirin. Di hilbijartinê de wê du hevserok û heft encumen werin hilbijartin. Li 8 navendan deng tê dayîn. Ji bo encumentiyê 25 kesî namzetiya xwe danîne. 4 kes jî ji bo hevserokatiyê namzetiya xwe danîne.
Hilbijartin ji du salan carekê tê kirin. Wê hilbijartin heta saet 17:00'an bidome.