TJA li Stenbolê dê jinan li dora dirûşma 'Dem dema azadiya jinan e' kom bike

  • 09:33 25 Sibat 2022
  • Rojane
Nişmiye Guler
 
STENBOL - TAJA'ya ku bi dirûşma "Dem dema azadiya jinan e" dest bi çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê kir, li 3 herêmên stenbolê dê bi jinan re bê gel hev. Aktîvîsta TJA'yê Sevcan Kadîroglu, diyar kir ku xebatên wan bi coşeke mezin berdewam dikin û got, "Bi qêrîna Înnana, bi serhildana Lîlît û bi berxwedana Sakîne Cansiz ew ê li qadan bin. Ji bo ku li gel hev bin gelek sedemên wan hene." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) vê salê li Stenbolê bi dirûşma "Dem dema azadiya jinan e" ber bi 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê diçe. Tejaya ku di 20'ê Sibatê de li navçeya Sûrê ya Amedê Deklerasyona xwe ya 8'ê Adarê aşkera kir, bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya xwe derkevin qadan û destkeftiyên xwe bi serhildana xwe bi parêzin.  Herwiha TJA vê salê ji bo xwe wekî remz Teyrê Tawiz bijartiye. 
 
Xebatan li Stenbolê dest pê kir
 
Aktîvîstên TJA'yê li Stenbolê dest bi xebatên xwe kirin. TJA bi armanca bi çalakiyên cuda li 3 herêmên Stenbolê bi jinan re bê gel hev, wê balê bikişîne ser xizaniya jinan, binpêkirinên mafan ên girtiyên jin, kuştina jinan, polîtîkayên şerê taybet û gelek tiştên din. Di dema destpêkirina hevdîtina jinan de, duh li Bagcilarê bazara gel hat ziyaretkirin û bal hat kişandin ser krîza aborî û xizaniya jinan. Çalakiyên TJA'yê ji bo jinan jî bûn moral. 
 
'Di sedsala 21'an de wê îradeya jinê hîn zexmtir bibe' 
 
Aktîvîsta TJA'yê Sevcan Kadiroglu ku me pê re li ser xebatên wan roprtaj kir, sedema hilbijartina îsal a dirûşma "Dem dema azadiya jinan e" wiha vegot: "Em sedsala 21'ê weke serdema  ku îradeya jina azad bêhrtir serdest e dibînin û em dibêjin ku dê hîn bêhtir ev îrade serdest bibe. Ji ber ku jinan pergala serdest a mêr a ku nirxên jin diafirîne desteser dike,  ji hev dûr dixe û ji xwe dûr dixe têk birine û têkoşîna xwe di gelek qadan de veguherandine destkeftiyan û wê ev têkoşîna wan bidome. Di vê wateyê de em vê sedsalê weke serdemeke ku jinan li ber xwe daye û di têkoşîna xwe de bi îstîkrar bi ser ketine dibînin. Ji ber vê yekê me îsal dirûşma 'Dem dema azadiya jinê ye' hilbijart."
 
Parastina rewa a Jinên Êzidî Teyrê Tawis
 
 Sevcan vê salê li ser dirûşmên ku li pankartan nivîsîne û xêzkirina Teyrê Tawis ku lê zêde kirine jî agahî dan û got, "Jinên êzidî yên kurd ku li hemberî êrîşên hovane yên DAÎŞ'ê serî netewandin me ji bo xwe têkoşîna wan wekî çavkanî git û ji ber wê ye ku vê salê me Teyrê Tawis jî di pankartê xwede wekî remza van jinan bi cih kir."
 
Wê bi serhildana Sakîneyan li qadan bin
 
Sevcanê da zanîn ku di vê salê de jî êriş li dijî destkeftiyên jinan hatine kirin û wiha got:"Bi salan e desthilatdaran êriş birin ser destkeftiyên jinan. Pandemî kirin hincet û êrişî destkeftiyên jinan kirin. Niha sîstem di nava krîzekê de ye û bi êrişa li ser jinan dixwaze ji nava vê krîzê derkeve. Dema vê ya dike jî rêyên herî qirêj hildibijêrin. Li dijî zimanê me, çanda me êrişek heye. Peymana Stenbolê fesh kirin. Bi hişbir, fuhuş, tecawizê dixwazin li her qadên jiyanê qirkirinê pêk bînin."
 
'Xebatên me bi coş derbas dibin'
 
Sevcanê da zanîn ew coşa 8'ê Adarê hês dikin û wiha got:"Hevdîtinên me yên li kuçeyan ên bi jinan re bi coş derbas dibin. Li kuçeyan em nîqaşên şerê taybet, xizanî, pirsgirêkên jinan, polîtîkayên zayendiyê dikin. Em li gelek navçeyan çalakiyan û şahiyan li dar dixin. Dê çalakiyên ku hunermendê jî beşdar bibin bên lidarxistin. Dê panel bên lidarxistin. Em hêvî dikin ev coşa li her derê belav bibe."
 
'Ji bo em li gel hev bin sedemên me pir in'
 
Sevcanê di heman demê de da zanîn dê bi dirûşma "Li dijî xizanî, tundî, mêtingeriyê em têkoşîna xwe mezin dikin! Hêza me ya guhertinê heye" dê Platforma Jinê ya 8'ê Adarê di 6'ê Adarê de saet di 13.30'an de li Rihtima Kadikoyê "Hevdîtina Mezin a Jinê" pêk bê û ew ê beşdar bibin. Her wiha Sevcanê got dê beşdarî 20'emîn meşa şev a femînîst a li Taksimê jî bibin. Sevcanê ji bo beşdariya çalakiyên 8'ê Adarê bang kir û got:"Dem dema azadiya jinê ye di eslê xwe de serdemê pênase dike. Em dema li gel hev bin em ê bi hêz bibin. Ji bo em li gel hev bin sedemên me pir in."