'Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîd bê bidawîkirin'

  • 09:05 25 Sibat 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ev 10 meh e tu agahî jê nayê girtin. Jinan bal kişandin ser tecrîdê û destnîşan kirin ku ji bo pirsgirêkên nav Tirkiyê werin çareser kirin, divê rêya dîyalogê were vekirin û tecrîdî bi dawî bibe.
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ev 10 meh e tu agahî jê nayê girtin. Serlêdanên parêzer û malbatan ên ji bo hevdîtinê jî beyî hincet tên redkirin an jî bersiv nayê dayîn. Polîtîkaya tecrîdê ya giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ligel vê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî her diçe zêde dibin.
 
‘Em di mala xwe de jî di bin tecrîdê de ne’
 
Têkîldarî mijarê Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Bîsmîlê Xanim Tanriverdî axivî û diyar kir ku ji aliyê tevahî cîhanê tê zanîn ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye û divê li dijî tecrîdê bêdeng neyê mayîn. Xanim, got: “Ji bilî dewleta tirk tu kes tecrîd û zilmekê wisa nameşîne. Em li mala  xwe jî di bin tecrîdê de ne." Endama Meclîsa HDP ê ya rêveberiya Amedê Edîbe Dogrî jî got di encama polîtîkayên AKP û MHP ê yên faşist de tecrîd her diçe giran dibe, girtî di bin şert û mercên xirab de dimînin û girtiyên nexweş ên giran nayên tedawîkirin.  Di serî de Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş bila demildest serbest werin berdan.
 
‘Divê rêya dîyalogê were vekirin’
 
Xanim Tanriverdî, bal kişand ser agahînegirtina ji Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku hevdîtina bi parêzer û malbatan re mafê gerdûnî ye ji bo her girtîyan û wiha pêde çû: “Birêz Ocalan di nav şert û mercên giran de li ber xwe dide. Ev nêzî salekê ye jê tu agahî nayê girtin. Ev ne tiştekî rast e. Hevdîtina bi malbat û parêzeran re mafê gerdûnî yê hemû girtiyan e. Divê demildest agahî ji Brêz Oclan were girtin. Ji bo ku pirsgirêkên nav Tirkiyê werin çareserkirin, divê rêya dîyalogê were vekirin. Em hertim dibêjin mifteya aştiyê û lihevkirinê Îmralî ye. Aştîyek mayînde û demokrasî bi axaftina birêz Ocalan pêkan e.  Lê belê desthîlatdar ji ber ku di şer de israr dikin û polîtîkayên yekperest diparêzin vê rêyê venakin.”
 
‘Di bedêla çareseriyê de di şer de irar dikin'
 
Xanim, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku polîtikayên AKP û MHP'ê di nav gel de hatine deşifrekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî gel ji wan polîtîkayan haydar e. Gel rewşa heyî dibîne û nerazîbûnên xwe tîne ziman. Ev polîtîka bi taybetî jî qeyrana aborîyê, kaos û aloziyê zêdetir dikin. Her wiha ji ber ku hêjmara bêkariyê her diçe zêdetir dibe bi taybetî jî ciwan di nav kaosek de dimînin. Bi vi awayî mixabin ciwan ber bi tiryak û hişbirê ve tên dafdan. Ew jî bi xwe tecrîdek mezin e. Civak di nav qeyranê de ye û desthîlatdar li şûna ku pirsgirêkan çareser bikin di şer de israr dikin. Çima pere ji bo şer vediqetîne? Wî pereyî bila ji bo pêşeroja ciwanan veqetînin. Heke bi wan pereyan fabrika bên vekirin wê ciwan jî nakevin rêyên xirab. Desthaîlatdardarî di şer de israr dike. Bi hezaran kurd di zindanan de ne. Sedem jî doza mafên xwe kirin e. Desthîlatdar bi polîtikayên xwe yên li dijî kurdan di nav civakê de newekhêvî û nefretê belav dike.”
 
‘Bila êdî tecrîdê rakin’
 
Endama Meclîsa HDP ê ya rêveberiya Amedê Edîbe Dogrî, jî bal kişand  ser rewşa girtîgehan û diyar kir ku divê dawî li binpêkirina mafan were anin. Edîbe, got: “Di encama polîtîkayên AKP û MHP ê yên faşist de tecrîd her diçe xwe girantir dibe. Her wiha girtî di bin şert û mercên xirab de dimînin û girtiyên nexweş ên giran nayên tedawîkirin. Ji ber vê yekê ji zindanan cenaze derdikevin. Tevî raporên girtiyan ên ku nikare di girtîgehan de bimîne jî ATK ya ku di bin kontrola desthîlatdariyê de dixebite girtiyan neçarî zindanan dike bi zindanan dike. Em êdî naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Di serî de Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş bila demildest serbest werin berdan. Êdî bila binpêkirina mafan bi dawî bîne û tecrîdê bidawî bikin.”