Nihal Yanik: Qeyûm, hişmendiya takekes a îktidarê dixe meriyetê

  • 09:02 25 Sibat 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Hevseroka TUM-BEL-SEN'ê Nîhal Yanik têkildarî kiryarên qeyûman ên ne di rê de wiha got: "Îktidarê bi taybetî bi hinceta hewldana darbeyê kesên ku ne ji xwe û kesên ku weke wan nafikirin dev jê berdin ku mafê karkeriyê bidê, ji bo jiyanê jî cih nade wan. Qeyûm hişmendiya takekes a îktidarê li qadê dixe meriyetê û bi kiryarên dike jî rastiya xwe eşkere dike."
 
Qeyûmê ku piştî sala 2016'an û herî dawî jî di sala 2019'an de tayînî şaredariyên HDP'ê hatin kirin bi nelirêtiyên ku kirine her dem bûn rojev. Herî dawî jî qeyûmê ku tayînî şaredariya mezin a Amedê hatiye kirin hevkarên xwe bê heq û hiqûq girt kar. Hevseroka TUM-BEL-SEN'ê Nîhal Yanik têkildarî kiryarên ne li rê yên qeyûman axivî  û got qeyûm dijminatiya jinê jî dike.
 
'Gel bi rewşa awarte hat birêvebirin'
 
Nîhalê da zanîn ku gel bi rewşa awarte hat birêvebirin û wiha got:"Bi pêngava darbeya 15'ê Tîrmeha sala 2016'an re êdî welat bi rewşa awarte hat birêvebirin. Di çarçoveya rewşa awarte de jî di serî de kedkar bûn hedef. Di berdewamiya wê de jî qeyûm tayînî  şarederiyên HDP'yîyan kirin û vîna gel tune hesibandin. Qeyûm û rêveberiya tayînê şaredariyan hatiye kirin ne tenê vîna gel dagir kir, bi hezaran xebatkarên şaredariyan jî ji keda wan û nanê wan kirin. Hemû îhaleyên şaredariyê pêşkêşî alîgirên xwe dikin û nelirêtiyê mezin dikin. Ji ber van nêzîkatiyên xwe jî li benda çepikên gel man."
 
'Di şaredariyê de dest dirêjî jinê kirin'
 
Nîhalê bi lêv kir ku li ser xebatkaran zextên derûnî tên meşandin û wiha pê de çû:"Di şaredariya gel de, bi diravê gel di odeyên xwe de qesrên biçûk ava kirin. Car din bi diravê gel bi tonan şêranî xwarin. Gotin em ji bo xizmeta gel tên lê ji sêyan 2 yê xizmeta xwe dizîn. Di serî de li ser xebatkarên jin û li ser hemû xebatkaran zextên derûnî tên meşandin. Wan sirgun kirin. Bi awayê gotinî dest dirêjî wan kirin û ev rewş hîna berdewam dike. Qeyûm kiryareke antîdemokratik a ku vîna gel tune dihesibîne û şaredariya gel xesp dike ye."
 
'Vekirî dijminatiya jinê dikin'
 
Nîhalê diyar kir ku qeyûm bi awayekî vekirî dijminatiya jinê dike û wiha domand:"Di hemû komeleyên HDP'yîyan de sîstema hevserokatiyê ango nûnertiya wekhev heye. HDP partiyek siyasî ya ku nirx dide jinan û mafê jinan. Her wiha di nava civakê de xwedî maf û gotin e. Hemû partiyên siyasî yên ku azadiya jinê diparêzin pêwîst e heman sîstemê bixin meriyetê û biparêzin jî. Qeyûm jî hişmendiya îqtidarê ya ku dijminatiya jinan dike di qadê de, dixe meriyetê. Qeyûmê ku xwedî heman hişmendiyê mafê jiyanê jî nade jinê. Qeyûm hatin di serî de êrişî yekîneyên jinan û navendên jinan ên jiyanê kirin û girtin. Em ji vê jî dijminatiya qeyûm a li dijî jinê fam dikin. Her wiha em hişmendiya îktidarê ji rakirina Peymana Stenbolê jî fam dikin. "
 
'Qeyûm, hişmendiya takekes a îktidarê dixe meriyetê'
 
Nîhalê da zanîn qeyûm, hişmendiya takekes a îktidarê dixe meriyetê û wiha bi dawî kir:"Îktidara AKP'ê ji roja yekem heta niha di hemû komeleyan de kesên nêzî xwe bi cih dike. Îktidar bi taybetî bi hinceta hewldana darbeyê re kesên ku ne ji xwe û kesên ku weke wan nafikirin dev jê berdin ku mafê karkeriyê bidinê, ji bo jiyanê jî cih nadin wan. Piştî darbeyê qeyûm tayînî şaredariyan kirin û bi hezaran kedkar ji keda wan kirin. Li şûna wan jî kesên xwe xistin şaredariyê. Bûyera mîna vê jî di demek nêz de pêk hat. Ji bo 'di kedê de bilindbûn' kontejanek bi qansî 40 kesî cih vekirin. Kesên xwe bi awayekî bê heq û hiqûq di kar de bi cih kirin. Bi milyonan bûyerên wekî vê li tevahiya welat diqewime. Rejîma takekesî ya îktidar dide meşandin cudakar e û dibe sedema zirarên mezin ên navxweyî. Qeyûm, hişmendiya takekes a îktidarê dixe meriyetê."