ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN

  • 09:00 25 Sibat 2022
  • Rojev
* Hevseroka TUM-BEL-SEN'ê Nîhal Yanik têkildarî kiryarên qeyûman ên ne di rê de wiha got: "Îktidarê bi taybetî bi hinceta hewldana darbeyê kesên ku ne ji xwe û kesên ku weke wan nafikirin dev jê berdin ku mafê karkeriyê bidê, ji bo jiyanê jî cih nade wan. Qeyûm hişmendiya takekes a îktidarê li qadê dixe meriyetê û bi kiryarên dike jî rastiya xwe eşkere dike." DÎMEN HEYE
 
* Edaleta ku ji destê civakê hatiye girtin û bi destê dewletê tê belavkirin bi xwe re jî lêgerîna edaletê anî. Dirûşma “Ji bo her kesî edalet” û “Em ê edaletê ji binê erdê dexîn” bersiva pirsa edaleteke çawa dide. DOSYA
 
*Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ev 10 meh e tu agahî jê nayê girtin. Jinan bal kişandin ser tecrîdê û destnîşan kirin ku ji bo pirsgirêkên nav Tirkiyê werin çareser kirin, divê rêya dîyalogê were vekirin û tecrîdî bi dawî bibe. DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Jinan a Dîlokê Suzan Uzpak diyar kir ku li Dîlokê dest bi amadekariyên 8’ê Adarê kirine û wiha got: “Em wek meclîsa jinan a HDP’ê wek her 8’ê Adarê wê dîsa bi deng, stran û govendên xwe li qadan bin. Em ê bibin dengê Denîz Poyraz, Aysel Tugluk û Emîne Şenyaşar.” DÎMEN HEYE
 
*Ciwanan êrîşa nîjadperest a li zanîngeha Akdenîzê şermezar kirin û diyar kirin ku ji bo zanîngehek azad emê li dijî nîjadperestiyê bi hev re têbikoşin. BI DÎMEN
 
*Têkildarî çêkirina “Daristina Bîranînê ya Devlet Bahçelî” me mikrofona xwe dirêjî jinên Amedê kir. Jinên Amedê bertek nîşanê biryarê dan û gotin: “Divê mirovên bi nirx ên Amedê navê wan werin rakirin. Devlet Bahçelî çi kiriye ji bo me da ku navê wî were rakirin. Ne em jê hez dikin ne jî em navê wî dixwazin." DÎMEN HEYE
 
*Dayika Gulistan Doku, Bedriye Doku ya ku ji bo li aqubeta keça xwe bipirse çû Enqereyê û li wir bi tundiyê rû bi rû ma wiha got:"Li ber wezaretê me bi erdê kaş kirin û bi zorê li wesayitê siwar kirin. Wê demê tiliya min di nava derabeyan de ma û reş bû. Ji saetekê zêdetir polîsan di wesayitê de heqaret li me kirin. Ji me re gotin 'neqêrin huş bin'. Lê em tenê keça xwe dixwazin." DÎMEN HEYE
 
*TAJA'ya ku bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" dest bi çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê kir, li 3 herêmên stenbolê dê bi jinan re bê gel hev. Aktîvîsta TJA'yê Sevcan Kadîroglu, diyar kir ku xebatên wan bi coşeke mezin berdewam dikin û got, "Bi qêrîna Înnana, bi serhildana Lîlît û bi berxwedana Sakîne Cansiz ew ê li qadan bin. Ji bo ku li gel hev bin gelek sedemên wan hene."  DÎMEN HEYE
 
*Wê li Kerborana Mêrdînê starta çalakiyên 8'ê Adarê ji aliyê jinan ve bê dayîn (13.00)