TJA’ê ji bo starta 8’ê Adarê bang li jinan kir

  • 17:07 24 Sibat 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - TJA’ê ji bo dayîna starta xwe ya xebatên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ku li navçeya Kerboranê wê were lidarxistin, bang li jinan kir ku tevlî bibin.
 
Tevgera Jinên Azad(TJA)di çarçoveya xebatên xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê bi jinan re hatin gel hevdu. Aktîvîstên TJA’ê bi rojan in li navçeyên Mêrdînê xebatan dikin û jinan vedixwînin starta 8’ê Adarê ya ku li navenda Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Kerboranê wê were lidarxistin. 
 
Îro jî aktîvîstên TJA’ê li navçeya Kerboranê tax bi tax , kolan bi geriyan û bi jinan re hatin gel hevdu. Her wiha jinan serdana goristana Garîbe Gezer jî kirin.