Nayê hiştin ku malbata Gulistanê biçe wezaretê

  • 12:36 24 Sibat 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Nayê hiştin ku malbata Gulistan Doku ya ku dixwaze bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike biçe wezaretê. 
 
Ji xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ya ku di 5'ê Çileyê 2020'î de li Dêrsimê hat windakirin xeber hîn nayê girtin. Dayika Gulistanê Bedriye, bavê wê Halit û xwişka wê Aygul Doku bi armanca hînbûna aqubeta Gulistanê 3 roj in li Enqereyê ne. Malbata ku bi partiyên siyasî li meclîsê hevdîtin pêk anî daxwaza hevdîtinê ji Wezareta Dadê kir. 
 
Malbat li ber otelê ye
 
Do malbat çûbû ber Wezareta Dadê û xwestibû daxwazên xwe ragihîne lê belê polîsan êrişî malbatê kirin û tundî li wan kirin. Malbatê îro xwest ji otela lê dimînin biçin ber Wezareta Dadê lê belê polîsan dîsa mudaxale kirin. Polîsan nehiştin malbat biçe ber wezaretê û sekinandina malbatê ya li ber otelê didome. 
 
Hat hînbûn wezaretê hîn bersiv nedaye daxwaza malbatê. 
 
Mudaxaleya li dijî rojnamegeran 
 
Rojnamegerên xwestin malbatê bikşînin bi mudaxaleya polîsan rû bi rû man. Polîsan nehiştin rojnameger li ber otelê dîmen bigirin û bi zorê rojnameger ji qadê bi dûr xistin.