TJK-E: Têkoşîna azadiya jinên kurd bûye çavkaniya sûdwergirtinê

  • 11:45 24 Sibat 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê TJK-E'yê da zanîn dê li welatên Ewropayê dengê jinan bilind bibe û wiha got:"Em jinên kurd, di nava wê hewldanê de ne ku armancên jinên berxwedêr bi têkoşîna xwe bi cih bînin." 
 
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de di şexsê Rosa, Sara, Berta Caceres heta Hevrîn Xelef jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minetdarî hatin bibîranîn.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em jinên kurd, di nava wê hewldanê de ne ku armancên jinên berxwedêr bi têkoşîna xwe bi cih bînin. Têkoşîna azadiyê ya jinên kurd îro ji tevahiya jinên cîhanê re bûye çavkaniya sûdwergirtinê. Jinên kurd bi rêxistiniya xwe ya xweser, xweparastinê, hişmendiya azadiyê û sîstema xwe ya demokratîk di dîroka têkoşînên azadiyê yên jinan de rûpeleke nû vekirine. Afirînerê vê têkoşînê jî Rêber Apo ye."
 
TJK-E'yê diyar kir ku di şexsê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de azadiya civakî ji her demê bêhtir nêz e û got, "Bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê em bi vê têgihiştinê 8'ê Adarê pêşwazî dikin û dibêjin, 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye'.
 
Weke Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê, li ser bingeha pêngava 'Li dijî qirkirina jinê, dem dema parastina civakê û jin a azad e' têkoşîn û berxwedana xwe dimeşînin. 8'ê Adara 2022'yan jî di çarçoveya pêngava xwe de dinirxînin û bi dirûşma 'Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike û bi rengekî azad bijî' pêşwazî dikin."
 
Wê çalakiyên cuda li her welatî bên lidarxistin
 
TJK-E'yê diyar kir ku li her welatekî wê bi rojeveke cuda çalakiyên 8'ê Adarê bên lidarxistin. Li gorî vê yekê;
 
"Li Elmanyayê, jin wê li dijî qirkirina jinê ya li Şengalê û Efrînê dakevin qadan.
 
Li Fransayê, di serî de li dijî komkujiya Parîsê li hemberî kuştinên polîtîk ên li dijî jinên di nava têkoşîna azadiyê ya jinê de cih girtin, wê çalakî bêne lidarxistin.
 
Li Swîsreyê, di serî de li Kurdistanê li dijî qirkirin û talankirina ekolojîk a li cîhanê em ê li qadan bin.
 
Li Belçîkayê, li hemberî zext, îşkence û komkujiyên li zindanên Tirkiyeyê em ê li qadan bin.
 
Li Hollandayê, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê em ê çalakiyan li dar bixin.
 
Li welatên Skandînavyayê; li Swêd, Danîmarka, Norwêc û Fînlandiyayê, li dijî talankirina keda jinê em ê li qadan bin.
 
Li Îngilistanê em ê li dijî tundiya mêr li qadan bin."
 
TJK-E'yê ragihand ku ji 1 heta 8'ê Adarê wê li dehan navendên Ewropayê çalakiyan li dar bixin. Her wiha li Kanada û Awûstralyayê jî jinên kurd wê li dijî qirkirin û faşîzmê dakevin qadan û dengê berxwedanê bilind bikin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Ji bo çalakiyên ku em ê bi dirûşma 'Li ber xwe bidin, xwe bi rêxistin bikin û bi rengekî azad bijî' lidar bixin, banga tevlîbûnê dikin."